Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Statuya Berendamtîyê Dide Ukrayna


Yekîtîya Ewrupa îro Pêncşemê biryar da ku statuya berendamtîyê bide Ukrayna, ku çend meh in di bin êrîşa Rûsya de ye.

Rêberên 27 dewletên endam yên Yekîtîya Ewrupa, di hilcivîna li Brukselê de hevbîr bûn ku statuya kandîdîyê bibin Ukrayna ku di dîroka wê de awayekî wiha lezgîn nehatiye dîtin.

Lê, pispor bal dikşînin ku tevî vê biryara girîng, prosesa endamtîya Ukrayna ya Yekîtîya Ewrupa dikare salan heta dehan salan bidome.

Yekîtîya Ewrupa, di hilcivînê de herwiha statuya berendamtîyê da Moldova ku komareke berê ya Sovyetê û cîrana Ukrayna ye.

Seroka Komîsyona Ewrupî Ursula von der Leyen, piştî biryarê got ku îro jibo Ewrupa rojeke delal e.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî bi twîtekê şabpna xwe ragihand û got ku sibêroja Ukrayna di nava Yekîtîya Ewrupa ye.

XS
SM
MD
LG