Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona Ewrupa di Raporta Ser Tirkîyê de Enqerê Rexne Dike


Komîsyona Ewrupayê raporta “Dîtinên Bingehîn yên Ser Rapora 2023'yan ya Tirkîyê” û “Belgeyên Stratejîya Berfirehkirina 2023’yan” weşand.

Di vê raportê de pirsgirêka Kurd, kêmanîyên sîstema serokomarî û hiqûqa Tirkîyê, xirabûna mafên mirovan, darazî, têkoşîna li hemberî bêrêtîyê, tundîtijîya hêzên ewlekarîyê, polîtîkayên ser koçberî û îltîcayê, nêrînên Tirkîyê yên li ser grûba terorîst ya Hamasê û hin babetên din têne rexne kirin.

Di raportê de tê dîyar kirin ku hikûmeta Tirkîyê li hemberî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) li ber rîska ewlekarîyê têkoşînekê dide û vê yekê mafê meşrû yê hikûmeta Tirkîyê nîşan dide.

Di vê têkoşînê de kêmanîyên Tirkîyê him li hemberî terorê û him jî di çaresernekirina pirsgirêka Kurd de wiha tê dîyarkirin:

“Li hemberî terorê tedbîr girtin pêwîst e bi rêje be. Jibo çareserîya pirsgirêka Kurd, jinûve destpêkirina pêvajoya aştîyê ya sîyasî û pêbawerîyê, ti pêşketin çênebûye.”

Di raportê de ser, di dema hilbijartinên 14 Gulanê de, agirbesta Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî tê sekinandin. Tê rahgihandin ku KCK di meha Gulanê de bi yek alî agirbestek daye destpêkirin û di meha Hezîranê de jî dawî lê anîye.

“Karbidestên Tirkîyê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi teqîna Stenbolê ya Mijdara 2022’an ve girêdaye. Lê PKK ev pêwendîya êrîşê red kirîye. Yekîtîya Ewrupayê, êrîşên PKK bi awayekî vekirî şermezarî kirîye û bi malbatên mexdûrbûyî re piştevanîya xwe eşkere kirîye. Tirkîyê, li bakurê Sûrîyê û Iraqê li hemberî grûbên ku bi PKK re têkildar in êrîşên esmanî berdewam kirîye.”

Di raportê de xaleke girîng jî nêrîna Tirkîyê ya li ser Hamasê ye. Yektîya Ewrûpayê Hamasê rêxistineke terorîstî nîşan dide û Tirkîyê di vî warî de bi awayekî tûnd rexne dike:

“Gotinên Tirkîyê, yên ku piştî êrîşên 7’ê Cotmeha 2023’an, dijî Îsraîlê piştgirî dayîna rêxistina terorê ya Hamasê, bi Yekîtiya Ewrûpayê re bi tevahî li hev nayê. Tirkîyê polîtîkaya jibo ‘normalbûna herêmî’ ya bi dewletên Ereb, Ermenîstan û Îsraîlê ve xurt kirîye. Piştî êrîşên koma terorîstî ya Hamasê yên li ser Îsraîlê, Tirkîyeyê ev êrîş şermezar nekir û wek terorê binav kir û bertekên Îsraîlê bi tundî rexne kir.”

Pispora têkilîyên navnetewî Sînem Unaldilar, ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku li gor vê raportê di navbera Yektîya Ewrûpayê û Tirkîyê de rakêşîyên heyî dê berdewam bikin:

“A rastî, raporteke çaverêkirî ye, ne ecêb e. Jiber ku raportên pêşketinê yên ku di heyamên berê de ji aliyê Yektîya Ewrûpayê ve tatin weşandin, hertim rexneyên giran li ser karkirina dadwerîyê, mafên mirovan, azadîya derbirînê, rojnamevanên girtî û bi taybetî Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş hene.”

Pisporê têkilîyên navnetewî Alî Fuat Gokçe ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku ev raport ji rasteqînîyan dûr e. Gokçe hestê xwe wiha anî ziman:

“Heya ku Yekîtîya Ewrûpa (YE) sîyaseteke hegemonîk bimeşîne û polîtîkayên xwe li ser Tirkîyê ferz bike, wê têkilîyên Tirkîyê û YE bi jor û jêr bidomin. Ji ber vê yekê, bûyerên ku li cîhanê diqewimin cûda ne. Nayê qebûl kirin ku Tirkîye li ser van bûyerê qewimî were rexne kirin. Mînaka vê ya herî berçav şerê Îsraîl û Filîstînê ye.

Wezareta Derve ya Tirkîyê piştî weşandina van herdu raportan nêrînên ku hatine pêşkêşkirin red kir.

“Em îdiayên bê bingeh û rexneyên neheq, bi taybet yên li ser pîvanên sîyasî yên di Beşa Dad û Mafên Bingehîn de bi temamî red dikin.”

ED_09_11_2023_Raporta_KE
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:58 0:00
XS
SM
MD
LG