Ajansa Penaberîyê ya Yekîtîya Ewrupa (EUAA) îro Çarşemê ragihand ku serlêdanên penaberî yên li Yekîtîya Ewrupa (YE) sala 2023’yan 18 ji sedê zêde bûye û gihiştîye 1,14 mîlyon kesan.
YE bi vê hejmarê re ji krîza koçberîyê ya salên 2015-2016 vir ve krîza koçberî ya herî mezin dibîne.
Îsal li seranserê Ewrupa jimarek hilbijartinên herêmî û giştî çêdibin û meha Hezîranê jî hilbijartinên Parlamana Ewrupa hene ku çaverê ye krîza koçberîyê yek ji mijarên serekî yên nîqaşên sîyasî be.
Agahîyên EUAA nîşan didin ku herî zêde Sûrî û Afganan jibo penaberîyê serlêdan kirine.
Dîsa, hemwelatîyên Tirkîyê jî serlêdan li gor sala borî 82 ji sedê zêde kirine û li dû Sûrî û Afganan di rêza 3’yan de ne.
Piştî şerê Îsraîl û Hamasê, 11,600 Filîstînîyan jî di asta rekorê de serlêdan kirine, lê jiber ku piranîya dewletên YE axa Filîstînîyan wek dewlet nabînin tomarkirina hejmara serlêdanên ji wê herêmê dijwar e.
Jêder: Reuter