Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Înê ragihand ku ew ser desteserkirina rojnamevanên li Qirgizistanê û lêgerînên li ofîsên medyayê ketiye fikaran.
Karbidestên Qirgiz vê hefteyê dîyar kir ku wan 11 rojnamevan jiber sorkirina jibo rewşa bê aramî desteser kirine.
Wezareta Derve ya Amerîka jî ragihand ku tevgerên karbidestên Qirgiz fikaran çêdikin.
Delegasyona Qirgizatanê ya YE û balyozên dewletên endam bi daxuyanîyeke hevbeş gotin ku zexta li ser medyaya Qirgizistanê ew xistine fikaran.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku rojnamevanîya serbixwe û ragihandina fikrên cuda parçeyên mafên mirovan yên bingehîn in û ji Qirgizastanê hat xwestin ku li gor hiqûq û berpirsîyên xwe navneteweyî tevbigere.
Parêzerekî rojnamevanan, Zhanysk Barakov dîyar kir ku rojnamevan wê heta 13’ê Adarê desteserkirî bin.
Jêder: Reuters