Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Dibêje Dawî li Danûstandinên Peymana Navokî ya bi Îranê Hat


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Înê ji zarê karbidestekî Yekîtîya Ewrupa (YE) ragihand ku dawî li danûstandinên ser geşkirina peymana navokî hatiye.

Karbidestê YE dîyar kir ku hîn zelal nebûya ku ewê Îran û hêzên cîhanê ser peymanê li hev bikin yan ne.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump di sala 2018’an de da zanîn ku peymana navokî dijî Îranê nerm e û Amerîka ji wê peymanê vekişand.

Amerîka piştî vekişîna ji peymanê dijî Îranê toleyên berfireh ragihandin û Tehranê jî piştî toleyan dest bi binpêkirina sînorên peymana navokî kir.

Karbidestê YE’ê got ku ew di danûstandinan de pir û pir pêşde çûne, lê ew hîn jî li benda gotinên dawî yên Tehran û Washingtonê ne.

Wî dîyar ku ew nizane ku dawî lê peyvajoyê hatiye yan ne, lê da zanîn ku dawî li danûstandinan hatiye.

Wezareta Derve ya Fransa vê hefteyê dabû zanîn ku bo vejandina peymanê bi tenê çend hefte mane û dîyar kiribû ku ewê Îran biryara ser îmzakirin yan îmzanekirina danûstandinan bide.

Peymana sala 2015’an bi pûçbûna hin toleyan rê li ber Îranê digirt ku ew bernameya xwe navokî pêşde nebe.

XS
SM
MD
LG