Heşt wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupayê (YE) bi nameyekê bang li berpirsê sîyaseta derve ya YE Josep Borrell kir ku gerên dîplomatên Rûsî yên li yekîtîyê werin sînordar kirin.
Ew wezîrên derve di nameyê de dibêjin ku divê dîplomatên Rûsî nikaribin bi awayekî serbest li dewletên YE bigirin û divê gerên wan ligel welatên ew akredîte kirine sînordarkirî bimînin.
Nameya 11’ê Hezîranê, ku ji alîyê ajansa nûçeyan ya Reutersê ve hatiye dîtin, dîyar dike ku dîplomatên Rûs yên akredîte bûne û kesên pasaportên wan yên xizmetê hene dikarin li herêma Schengenê bi awayekî serbest bigerin ku ew jî kiryarên nîyetxirab hêsan dike.
Wezîr di nameyê de dibêjin ku îstixbarat û propaganda û sabotaj ‘’karên serekî yên gelek dîplomatên Rûsî yên li YE’’ ne û dîyar dikin ku her çiqas hin ji wan têne sînordarkirin jî gefên wan didomin.
Ew wezîr dîyar dikin ku divê gerên dîplomatên Rûsî û malbatên wan bi tenê dewletên bi dewletên ew akredîte kirine re sînordarkirî be.
Di nameyê de, ku ji alîyê wezîrên derve yên Komara Çek, Danîmarka, Estonya, Letonya, Lîtvanya, Holanda, Polonya û Romanya ve hatiye îmza kirin, tê gotin ku tedbîra sînordakirinê wê qada kiryarên ajanên Rûsî bi awayekî berçav teng bike.
Jêder: Reuters