Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE ji Kompanîyên Mezin Dixwaze ku Şerê Dezenfermasyonê Xurt Bikin


Cîgira Seroktîya Komîsyona Ewrupî Vera Jourova îro Duşemê got ku Yekîtîya Ewrupa givaştin li ser kompanîyên wek Google û Meta dike ku şerê dijî dezenformasyonê xurt bikin.

Jourova got ku divê kompanîyên mezin li ser nivîs, foto û naverokên din ku ji alîyê Hişberîya Çêkirî (AI) hatine afirandin, nîşaneke taybet deynin.

“Rastîyeke nû heye ku Hişberîya Çêkirî dikare di demeke pir kurt de wêne û nivîsên gelek tevlihev û dijwar amade bike û ew jî di şerê dijî dezenferasyonê de astengeke teze ye. Me ji Google, Meta, Microsoft, TikTok û şîrketên din yên teknolo"jîyê xwest ku bi dilxwazî lihevkirina pêşîgirtina dezenfermasyonê îmza bikin.”

Jourova li Brukselê dîyar kir ku divê xizmetên wek motora lêgerînê, Bing ya Microsoft û çetbota Bard ya Google ku Hişberîya Çêkirî bi kar tînin, pêşî li “aktorên xirab” bigirin ku bi zanabûn agahîyên şaş belav nekin.”

Jourova ji şîrketên mezin yên teknolojîyê xwest ku bi lêzûbezî hemî tedbîrên pêdivî bistînin ku rê li ber belavbûna agahîyên çewt û derew bigirin û bi hêsanî dîyar bikin ku ew agahî ji hêla Hişberîya Çêkirî hatine afirandin.

Wê bi berdewamî got ku qanûn û rêbazên Yekîtîya Ewrupî jibo parastina azadîya ramanê hatine amade kirin.

“Ez bawer nakim ku mafê makîneyên bi Hişberîya Çêkirî ya azadîya ramanê heye,” Jourova bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG