Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esper Bang li Ewrupa Dike ku Dijî Rûsya û Çînê Helwesteke Xurt Bigire


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper îro Înê bang li hevalbendên Ewrupayî kir ku girîngîyeke mêzintir bidin gefên ewlehî û aborî ku ji Rûsya û Çînê tên.

“Pir zelal e ku Rûsya û Çîn, bi rêka destxistina vetoya ser dewletên din yên derheqa biryarên wan yên ewlekarî, dîplomatîk û aborî, nîzama navnetewî xirab bikin,” Esper li Londonê got.

Wî got ku barê pêşîgirtina van gefan li ser mile Amerîka maye, lê divê hevbendên wan jî helwesta xwe xurt bikin.

“Me, bi dehan salên fêdakarîyên hevbeş, bi hevre ev dinê afirandîye û divê em gîş dengê xwe bo parastina wê bilind bikin.”

Esper bi berdewamî got ku Rûsya û Çîn xebatên xwe yên di warê feza û xirabkarîyên ser înternetê jî zêde kirine.

Leşkerîya Amerîkî sala borî hewilên rêgirtina bandorên Rûsya û Çînê xistibû rêza pêşî ya stratejîya berevanîyê ku berê şerê dijî tundrêyên îslamî di rêza yekê de bû.

XS
SM
MD
LG