Serokê Sûrîyê Beşar Esed dîyar kir ku wê bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re li gor şert û mercên wî neke.
"Bi şert û mercên Erdogan nabe ku hevdîtin pêk were," Esed di hevpeyvînekê de ku ligel kanala Sky News Arabia got.
Erdogan meha borî gotibû ku Enqerê derîyê hevdîtinê bi Esed re negirtîye, lê wek şert û merc bo destpêkirina gotûbêjan vekişîna hêzên Tirk ji axa Sûrîyê "nayê qebûlkirin."
“Esed dixwaze Tirkîye ji Bakurê Sûrîyê derkeve. Tiştekî wiha nabe. Em li wir şerê dijî terorê dikin," Serokê Tirkîyê gotibû.
Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê sala 2011'an ve peywendîyên herdu welatan yên diplomatîk hatine birîn. Di çarçoveya şerê Sûrîyê de, Tirkîyê piştgirî dida komên opozisyona çekdar.
Steven A. Cook li sazîya Council on Foreign Relations (CFR) li Washington, pisporê sîyaseta Ereb û Tirkîyê ye. Ew dîyar dike ku karbidestên Sûrî bi biryarî û zelalî dibêjin ku berîya normalkirina peywendîyan, divê Tirkîye ji tevahîya axa Sûrîyê vekişe.
“Bi sedema vê daxwaza Şamê, zivistana par hevdîtina çaverêkirî ya Erdogan û Esed pêk nehat,” Cook ji Dengê Amerîka re got.
Pisporê Amerîkî herwiha destnîşan kir ku ew nabîne rejîma Sûrîyê ji vê helwestê dûr dikeve.
Sînan Cîddî, pisporê Sazîya Parastina Demokrasîyan (FDD), ser egera hevdîtinekê di navbera Esed û Erdogan de dibêje ku her du serok jî bêdil bûn, lê niha vekirî xuya dikin.
“Her du rêber ji ramana hevdîtinê re vekirî xuya dikin, tenê ji ber ku (Serokê Rûsya Vladimir) Putin ji wan dixwaze. Esed niha di helwesteke bihêztir de ye ku daxwaza tawîzan ji Erdogan dike, “ Cîddî ji Dengê Amerîka re got.
Wezîrê Derve yê Sûrîyê Faysal Miqdad jî piştrast kiribû ku heta dagirkirina Tirkîyê li axa Sûrîyê bidome, wê peywendîyên Şam û Enqerê normal nebin.
Artêşa Tirkîyê hejmareke deverên Sûrîyê bi rîya çend operasyonên berfireh dagir dike. Çend deverên Kurdan wekî Efrîn, Serêkanîyê û Girê Spî jî di nav wan deverên dagirkirî de ne.
Şîrovekar Cook ser daxwaza Esed ya vekişîna hêzên Tirkîyê ji Sûrîyê dibêje ku ev nê pêkan e, eger Erdogan di berdêlê de ji Şamê tiştekî wernegire.
“Erdogan hebûna hêzên Tirkîyê li Sûrîyê wek xala danûstandinan dibîne, loma eger nîne ku ew tewra fermana vekişîna qismî jî bide berîya ku di berdêlê de ji Esed tiştekî werbigire, ” wî got.
Cîddî, yê ku herwiha li Zanîngeha Marine Corps ya Leşkerîya Amerîka mamoste ye, da zanîn ku ne li bendê ye Erdogan daxwaza Şamê ya vekişîna leşkerî ya ji bakurê Sûrîyê bi cîh bîne, jiber ku wê mîna tekçûneke mezin were nirxandin.
“Li bakurê Sûrîyê, Tirkîye xwedî hebûna leşkerî ya berfireh e û piştgirîya gelek rêxistinên cîhadî dike, jibo têkbirina hebûn û xweserîya Kurdên Sûrîyê. Vekişîna leşkerî jibo Erdogan wê bibe nîşaneke eşkere ku armancên leşkerî yên Enqere têk çûne," Cîddî diyar kir.
Lê wî da zanîn ku eger Erdogan “kontolkirina" Kurdên Sûrîyê dixwaze, pêkan e ku neçar bimîne daxwazên Esed bi cîh bîne.
Karbidestên Şam û Enqerê cara yekê di dawîya sala borî ser asta herî bilind civîyan, bo danûstandinên ser normalkirina peywendîyên her du welatên cîran.