Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa li Zaxo ya Kuştina Sivîlan li Stenbolê Hat Şermezar Kirin


Li Stenbolê çalakiya şermezar kirina êrîşa Zaxo ya kuştina sivîlan
Li Stenbolê çalakiya şermezar kirina êrîşa Zaxo ya kuştina sivîlan

Rêxistina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Stenbolê êrîşa artêşa Tirkîyê ya roja Çarşem’ê ku hêrêmeke turistîk ya bi navê Perexê li nêzî bajarê Zaxo kiribû armanc bi daxuyanîyekê şermezar kir.

Li gor daxuyanîya hikûmeta İraq’ê ev êrîş ji alîyê Tirkîyê ve pêk hat û di vê êrîşa artêşa Tirkîyê de 10 kesên sîvîl hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn. HDP’ê jî dijî nerazîbûna vê komkujîyê li ber avahîya xwe û bi pankarta “Em komkujîya li Zaxoyê şermezar dikin!" daxuyanîyek da.

Li vir Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol di bin dorpêça polîsan de axîfî û dîyar kir ku divê berpirsên vê komkujîyê zutîrîn dem werin darizandin.

“Em vê atmosfera sîyasî ya ku mirovan di şer û pevçûnan de dixeniqîne û mehkûmî mirin, komkujî û xizanî dike red dikin." wê got.

Herwiha Birol di berdewamîya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku berpirsê êrîşa Zaxo ne tenê desthilat e.

“Yên ku li ser gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê li hev dikin berpirsên vê komkujiyê ne. Hiqûqa neteweyî û navneteweyî ya ku komkujîya Zîlan, Dersîm, Roboskî, Şengal û gelek komkujîyên din nedîtiye û naxwaze bibîne, yek ji berpirsên sereke yên Komkujîya Zaxo ye ne jî."

Dîsa Bîrol anî ziman ku desthilatdarîya AKP-MHP'ê dibe sedema zêdebûna kiryarên sûcên li dijî mirovahîyê jî.

“Wekî ku di raportên rêxistinên mafên mirovan de jî tê dîyarkirin, her roj zarok, jin û kal û pîr tên kuştin. Xweza jiber sedemên ewlehîyê ji alîyê hêzên mîlîtarîst ve tê talankirin û hevsengîya jîngehê ya li herêmê her ku diçe xirab dibe.” Wê got.

Piştî axaftina Bîrol hevserokê din yê HDP’ê yê Îstenbul’ê Ferhat Encu bertek nîşanî êrîşa Zaxo da.

"Tifaqa AKP-MHP'ê armanc dike ku li ser axa gelê Kurd êrişê bibe ser Kurd an bêyî ku bêje ev jin e, ev zarok e her kesî dikuje. Ev demeke dirêj e, bi hemû taktîkên xwe êrîş dike. Em jî daxwaza xwe ya ji bo edalet, aştî û demokrasiyê dubare dikin. Mixabin dest ji van êrişan bernadin. Em careke din bang dikin ku hûn nikarin bi tanq û tivingan siberojeke ronî bînin vê axê." Wî got.

Ji hejî bîrxistinê ye ku her çende berpirsên Îraqê di daxuyanî û peymanên xwe de tekez dikin ku Tirkiyê erîşa Perexê encam daye, lê hikûmeta Tirkiyê dibêje wan ew êrîş encam nedaye.

Raporta Stenbulê 23 07 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00
XS
SM
MD
LG