Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ermenistan û Azerbaycan Jinûve Pev Diçin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Sêşemê ragihand ku Azerbaycan û Ermenistan jinûve pev çûne.

Azerbaycan û Ermenistan di sala 2020’an de jiber herêma Nagorno-Karabaxê şer kiribûn, ceng rawestîbû, lê dîsa jî pevçûn çêdibin.

Wezareta Berevanî ya Ermenistanê da zanîn ku Azerbaycanê roja Sêşemê di saet 00:05 de bi top û çekên dûravêj êrîş birine ser çeperên leşkerî yên Ermenî yên li hêla Goris, Sotk û Yermukê.

Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Ermenistanê, Azerbaycanê di êrîşê de dron jî xebitandine.

Karbidestên Azerbaycanê jî dibêjin ku Ermenistanê çalakîyên berfireh yên hilweşîner li dar xistine û dîyar dikin ku hêzên wî welatî êrîş birine ser çeperên Azerîyan yên li nêzî Daşkesan, Kelbecer û Laçînê.

Azerbaycan û Ermenistan ji salên 1990’î vir ve bo herêma Nagorno-Karbaxê car caran pev diçin.

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan di mehên borî de bi navbeynkarîya Yekîtîya Ewrupa (YE) li hev kiribûn ku ew di rojên pêş de ser peymaneke aştîyê bicivin.

Ermenîyên cudaxwaz yên li Nagorno-Karabaxê di sala 1991’an de ji belevbûna Yekîtîya Sovyetê ji Azerbaycanê qut bûn. Di pevçûnên li wê herêmê de heta niha bi qasî 30 kesan canên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG