Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de 4 Leşkerên Amerîkî li Dêrezorê Birîndar Bûn


Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ'ê li herema Dêrezorê
Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ'ê li herema Dêrezorê

Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ'ê roja Pêncşemê dîyar kir ku çar leşkerên Amerîkî bi sivikî birîndar bûne, di encama du êrîşên nerasterast yên ser bingeha leşkerî li zevîya petrolê ya El-Omer, li gundewarê rojhilata Dêrezorê.

Koalîsyonê li ser rûpela xwe ya Facebookê di derbarê bûyerê de daxuyanîyek ragihand û da zanîn ku du avahîyên piştgirîyê li Gundê Kesk bûne armanc.

"Çar leşkerên Amerîkî bi birînên sivik birîndar bûne û rewşa saxlemîya wan tê nirxandin," daxuyanîyê ragihand.

Koalîsyonê da zanîn ku vêkolîna ser êrîşê didome û zanyarîyên zêdetir wê werin dîyar kirin.

Çevdêrên xwecîhî bawer dikin ku êrîşên ser bingeha Omer li dever Dêrezorê ya li Sûrîyê ji alîyê milîsên Îranê ve têne kirin.

Dilbirîn Xelo dibêje ku milîsên Îranê yên li Meyadîn ku dikeve li gundewarê rojavayê Dêrezorê bi mûşekan hêzên koalîsyonê armanc dikin.

Hêjaye bîrxistinê ye ku ji destpêka vê salê vir ve, hêzên koalîsyonê rastî êrîşên bi mûşekan tên.

Berpirsê navenda ragihandina YPG'ê Sîyamend Elî ji Dengê Amerîka re got ku ger ev êrîş berdewam bikin, ewê bê bersîv nemînin.

Hun dikarin tevahîya raportê ser lînka jêrîn guhdar bikin.

Di Êrîşa Dîjî Bingeha Leşkerî ya li Dêra Zorê, 4 Leşkerên Amerîkî Birîndar Bûne
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:06 0:00
XS
SM
MD
LG