Reueters’ê îro Duşemê ji zarê kanala dewletê ya Sûrîyê ragihand ku di êrîşeke esmanî ya li Qusur ya Dêrezorê de bi dehan kes hatine kuştin.
Kanala dewleta Sûrîyê da zanîn ku firokên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka êrîş li dar xistine. Kanalê dîyar kir ku di êrîşan de14 sîvîl hatine kuştin û 32 kesên din jî birîndar bûne.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî da zanîn ku hîn eşkere nebûye ku firokên kê êrîş li dar xistine, lê bi kêmî ve 22 kes hatine kuştin.
Artêşa Sûrîyê, bi piştgirîya Rûsya, Îran û mîlîsên Şîa li Dêrezorê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) cengê dike. Firokên Sûrîyê û Rûsya li herêmê êrîşên esmanî dibin ser çekdarên DAIŞ’ê.
Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ya bi piştgirîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî li rojhilata Dêrezorê dijî DAIŞ’ê êrîşên esmanî li dar dixistin.
Berdevkê Koaalîsyonê Kolonel Ryan Dillon bi telefonê ji Reuters’ê re dîyar kir ku ewê nûçeyan kontrol bike, lê herwiha da zanîn ku HSD li hindurê Dêrezorê şer nake, jiber wê jî firokên koalîsyonê êrîş nebirine ser wê herêmê.