Medya Urdunê ragihand ku servîsa îstixbaratê ya wî welatî rê li ber ‘’êrîşên berfireh’’ yên Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtine.
Ajansa fermî ya Urdunê, Petra dîyar kir ku rêxistina tundrê di meha Mijdarê ya par de hewil daye li welêt alozîyê çeke.
Petra da zanîn ku karmendên ewlekarîyê, di operasyonan de 17 kes girtine û çek û metaryalên din jî bi dest xistine.
Ajansê da zanîn ku DAIŞ’ê plan kiriye ku êrîşê sazîyên medya û rêberên olî yên nermrê bike.
Petra dîyar kir ku çekdarên Îslamî dê êrîş bi dizîyên banka û maşîneyên li Ruseifa û Zerqa, ku li wan bajaran piştgîya bo çekdaran xurt e, fînanse bikira.
Urdun, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengîya Amerîka de roleke girîng dilîze.