Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Wezîran ya Têkiliyên Erebî Derbarê Sûriya Piştî Esed Daxuyanî Dide


Civîna Komîteya Tkiliyên Erebî ser rewşa Sûriyê ya piştî rejîma Esed, li bajarê Aqaba, Urdinê.
Civîna Komîteya Tkiliyên Erebî ser rewşa Sûriyê ya piştî rejîma Esed, li bajarê Aqaba, Urdinê.

Komîteya Têkiliyan ya Wezîrên welatên Erebî li ser Sûriyê roja Şemiyê, piştî civîna li Urdinê, ragihand ku ew li kêleka gelê Sûriyê radiwestin û piştgiriya proseya veguhestina siyasî ya aştiyane dike ku hemû hêzên Sûriyê tê de beşdar bibin.

Li dawiya civînê komîtê daxuyaniyek da û ragihand ku, wezîran daxwaz kirin ku di vê qonaxa nazik de hemû alîkarî û piştgirî ji gelê Sûriyê re bihê kirin û rêz li îrade û bijardeyên wan werin girtin.

Komîteyê piştgiriya xwe ji piroseya veguhêz a siyasî ya Sûrî-Sûrî ya berfireh ragihand, ku tê de hemû hêzên siyasî û civakî yên Sûriyê, jin, ciwan û civaka sivîl di nav de, bi awayekî dadperwerî û bi sponseriya Netewên Yekgirtî û Komkara Erebî tê de cih digirin, ragihand.

Civîn li ser vexwendina Wezareta Derve ya Urdinê li bajarê Eqebe hat lidarxistin û amadebûyan li ser geşedanên ku Sûriyê di hefteyên borî de dîtibûn gotûbêj kirin.

Komîtê di daxuyaniyê de bang kir ku li gorî pirensîp, armanc û mekanîzmayên biryara Encumena Ewlekariyê jimare 2254 bixebite, di nav de avakirina desteya rêveberî ya veguhêz a berfireh.

Wezîran banga "parastina saziyên dewleta Sûriyê û parastin rêgirtinê li ketina nava kaosê" kirin.

Wezîran her wiha "Derketina Îsraîlê bo nav herêma tampon bi Sûriyê re û zincîre cihên li tenişta wê li Çiyayê Hermon, parêzgehên Quneytera û gundewarê Şamê şermezar kirin, û ew weke binpêkirina yasaya navdewletî nirxand.

Heyet Tehrîr el-Şam û komên hevalbendên wê di 27ê Mijdara borî de ji bakurê Sûriyê dest bi êrîşeke mezin kiribûn, ku sibeha Yekşema borî derbasî Şamê bibûn û rûxandina rejîma Esed piştî 14 salan ji şerê navxweyî ragihînin.

Washington û hin welat Heyet Tehrîr el-Şam weke rêxistineke terorîst binav dikin.

Mihemed el-Beşîr, yê ku serokatiya "Hikûmeta Rizgariyê" dikir li Îdlibê, ku keleha komên opozîsyonê li bakurê rojavayê welat bû, weke serokê hikûma karguhêz hat destnîşan krin.

Herwiha li Urdinê di civînê de dîplomatên ji Tirkiyê, Netewên Yekbûyî, Amerîka û welatên Ereb amade bûn dawiya rejîma Esed pîroz kirin.

XS
SM
MD
LG