Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku di têkoşîna dijî terorê de bi Hewlêrê re têgiheştineke hevpar ya Enqerê heye, lê heman têgiheştin bi Silêmanî (YNK) re tuneye.
"Têgiheştina ku me bi rêvebirîya Hewlêrê re di têkoşîna dijî terorê de bi dest xistiye, ber bi rêyeke erênî ve diçe. Lê mixabin Silêmanî, yanî rêvebirîya YNK'ê tevî hişyarîyên me yên dubarekî piştgirîya bo PKK/YPG/PYD ya rêxistina terorê didomîne, " Erdogan got.
Erdogan ev daxuyanî piştî serdanên Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) û Misirê dema vegera xwe ya Tirkîyê, di firokeyê de ser pirsên rojnamevanan da.
Şîrovekar Dr. Serdar Ezîz ku berê şêwirmendê serekî yê Parlamena Kurdistanê dibêje ku Erdogan daxwaz û çaverê dike ku hem Hewlêr û hem jî Silêmanî her tiştê ku Tirkîyê bixwaze, bê pirs qebûl bikin û bi cîh bînin.
"Li gor Erdogan Hewler bi Enqerê re, ser vê mijarê hevbîr e. Lê, jibo Silêmanî yan YNK’ê, qebûlkirina vê têgiheştina ku Erdogan behs dike ku PDK dike, ne ewqas hêsan e, jiber ku du herêmên cuda , du bingehên giştî yên cuda û 2 seroktîyên cuda hene." Dr. Ezîz ji Dengê Amerîka re got.
Dr. Ezîz bale dikşîne ser cudahîya dîroka têkilîyên YNK û PDK'ê bi PKK'ê û dibêje ew dîrok têkilîyên îroyîn jî dîyar dikin. Ew rave dike ku Silêmanî ser sînorê Îranê ye û ev YNK’ê mecbûrê tekilî û bandora hikûmeta Bexdayê dike ku di dîyarkirina helwesta Silêmanî de bandorker e.
Erdogan anî ziman ku serdanên wezîrê wî yê derve Hakan Fîdan, yê beravanîyê Hakan Fîdan û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, hawirdora neyînî ya di navbera Tirkîye û Îraqê de nerm kirine.
"Hem di warê hikûmeta navendî de hem jî di warê gavên ku tekildarî Bakurê Îraqê hatin avêtin de, peşveçûnên baş pêk hatin," wî got.
Serokê Tirk destnîşan kir ku ger rê neyê dayîn ku ‘terorîstanek’ li nêzî sînorên Tirkîyê were avakirin, wê bi cîranên xwe yên li vê herêmê re, her gavî bavêjin.
Lê, wî got ku li ser vê yekê nêzîkatîya Silêmanî neyînî ye û Enqerê gelek caran hişyarî dane karbidestên YNK’ê gelek caran.
"Em li vir pêkhateyên nû û cûda dibînin, derfetê nedin wan, wekî din hûnê bi tenê bimînin, ….. jiber ku her tim destên me li ser Silêmanî ne me got," Erdogan balkişand.
Şîrovekar Dr.Ezîz dibêje ku Erdogan bi van ‘hişyarîyan’ bi rengekî eşkere gefan dixwe û şertan dîyar dike da ku bi karanîna gotara şerê dijî PKK’ê , hebûn, desthilatî û hegemonya xwe ya li Herêma Kurdistanê, berfirehtir bike.
"Ev hewilên Erdogan jixwe bi çêkirina rê, bingehên leşkerî yên herema Kurdistanê yên berdewam têne dîtin ku ji yên li Tirkîyê pirtir pêşve ne. Ev hemû nîşan didin ku artêşa Tirk ne ji bo operasyoneke demkî li heremê yê, beravajî dixwaze bi domdarî li heremê xwe bi cîh bike," Dr.Ezîz got.
Pispora siyaseta derve li Zanîngeha Hewlêr ya Kurdistanê Dr. Arzu Yilmaz, di nirxandina xwe ya jibo Dengê Amerîka de, bale dikşîne hawirdora herema Rojhilata Navîn ya heyî.
Dr. Arzu Yilmaz dibêje ku piştî di pejirandina endamtîya Swedê ya NATO û pejirandina firotina F’16 ji Enqerê tekilîyên, Tirkîyê û Amerîka de, nermbûn xuya dik, dema ku jiber şerê li Gaza, di navbera Amerîka û Îranê de girjîyeke heye ku bandore li heremê dike.
Yilmaz dibêje ku Erdogan vê yekê bo ketina nav ‘heremên nîqaşbar’ ku wek -Kerkuk, Silêmanî û Şengal - wek derfeteke dibîne û dixwaze di berjewendîya xwe bi kar bîne.
"Erdogan di nava girjeyê de, dixwaze ji ser Silêmanî, ji Îranê re peyameke bişîne û hewl bide ku bi şewazekî têkeve nava heremên nakok ku heya niha Amerîka ji 2015’an ve rê li ber girtibû."
Dr. Yilmaz herwiha bal dikşîne ser êrîşên dawî yên Îranê li ser heremên Kurdistanê, bi taybet yên li derdora Hewlerê.
"Erdogan ji Tehranê re dibêje ku ger tu li ser Hewlerê givaştinê pêk bînî, ezê jî ser Silêmanî, bikim. Jiber ku İranê jibo heb ûna xwe ya li Kurdistanê gef dibîne," Yilmaz got.
Erdogan da zanîn ku wî roja Çarşemê li Hilcivîna Hikûmetên Cîhanê li Dublînê, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtineke kiriye û ev mijar jî anîye rojevê.
"Me hişyarîya xwe da. Divê tu kes ji me helwesteke cuda çaverê neke, emê berteka pêwîst nîşan bidin. Em nikarin vê mijarê paşguh bikin. Em gavên ku ji destê me tên davêjin û emê bavêjin jî," wî got.
Serokê Tirk herwiha ragihand ku ger mijar siberoj û ewlekarîya Tirkîyê be, wê çi pêwîst be bikin.
"Ger armanc dijminatîya me be, bertek û tedbîrên me hene û emê bo gavên tundtir dudilîyê nekin,"Erdogan got.
Dr.Ezîz dijî herema Kurdistanê bi taybet dijî YNK’ê hizra zêdetir bertek û gavên ji alîyê Erdogan ve nake .
"Erdogan jixwe bi gefxwarinê, ambargoyê, êrîşên esmanî, yên dronî operasyonên bejayî, her tiştî bikar tîne.Loma, ka dikare bêtir çi bike, tenê dikarê hêmanên heyî zêde bike, " wî got.
Dr. Yilmaz jî destnîşan dike ku armanc yan bersîvdarê van gefên Erdogan ne Silêmanî ne jî serokê YNK’ê Bafel Talabanî ye, lê Îran e.
" Ez bawer nakim ku bilî givaştinên niha Erdogan dijî Silêmanî gavên zêdetir bavêje.Navnîşana pepmana wî Tehranê. Hevdem ji Washingtonê re jî dibêje ku ger bixwazî ez dikarim jibo tê dijî Tehranê bisekinim, lê divê Washington jî li Kurdistanê rêka min asteng neke ku ez armancên xwe bi cîh bînim, " wê got.
Ew ne li bende ye ku ew gefên Erdogan wê di berjewendîya Tirkîyê de encam nedin û dibêje ku serokê Tirk jî vê yekê dizanê,lê dixwaze berîya hilbijartên heremî yên di Adarê de, dilê dengrên xwe xeş bike ku piştgirîya wan werbigire.
Dr. Yilmaz bale dikşîne ku rewşa tevahîya Rojhilata Navin, bi taybet ya herema Kurdistanê wê li gor dorpeçkirina Îran ji hêla Amerîka û avedana siyesata ewlekarîyê ya piştî şerê Gaza dîyar be, ne li gor gefên Erdogan.