Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Gefên Tirkiyê yên Dijî Kurdên Sûriyê û Helwesta Amerîka


Îroj Înê,weke rojên berê. Serokê Tirkiyê R.T. Erdogan berdewamî da gefên encamdana operasyonê û got ku ewê bajarê Minbicê ji çekdarên Kurd paqij bikin.

Pentagon û berpirsên Amerîkî daxwazê ji Tirkiyê dikin ku, operasyoneke leşkerî yekalî bê şêwirmendiya hêzên Amerîkî li herêmê "nayê qebûlkirin" û didin zanîn ku ew metirsiya Tirkiyê ya ewlekariya ser sînorê wê yê başûr fam dikin, lê divê her tişt bi hevkarî û razîbûna hemû aliyên bi hevre pêk bihê.Bernama "Hello Washington" ev mijar li gel mêvanên xwe gotûbêj kir, mêvan:

Nurî Mahmud Berdevkê Fermî yê YPG'ê
Nurî Mahmud Berdevkê Fermî yê YPG'ê

Nurî Mahmûd berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê û Dr. Kawa Ezîzî endamê Komîta Navendî ya PDK-Sûrya.

Pêşî Mahmûd got"Erdogan di axiftina xwe de pir cidîye, jiber ku ew projeya niha li bakurê Sûriyê bi piştevanî û destek kirina cîhanê li dij DAIŞ'ê pêkhatîye nxwaze, ew herdu projeyên terora DAIŞ'ê û Îxwanan diparêze, ev herdu proje îro binketine, jiber wê yekê dixwaze şerekî bi wekalet li herêmê bide meşandin".

Kawa Azizi, endamê Komîta Navendî ya PDK Sûrya
Kawa Azizi, endamê Komîta Navendî ya PDK Sûrya

Dr. Kawa Ezîzî ji aliyê xwe ve got "Xûdê neke operasyon pêk bihê tiştek li bakurê Sûriyê namîne, pirsa kurdî êdî bidawî dibe, dema bakurê Sûriyê hat girtin ji aliyê Tirkiyê ve, bakurê Îraqê jî dikeve ber metirsiyê".

Hello Washington 14.12.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:20 0:00

XS
SM
MD
LG