Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re axifî.
Seroktîya Ragihandinê ya Serokomarîya Tirkîyê ragihand ku Erdogan û Putin ser danûstandinên şandeyên Rûsya û Ukrayna yên li Stenbolê peyivîne.
Erdogan dîyar kir ku civîna şandeyan erênî û avaker derbaz bûye û da zanîn ku ‘’hêvîyên aştîyê’’ geş bûne.
Serokomarê Tirkîyê ji Putin re got ew dixwaze wî bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re bicivîne û hewildanên aştîyê rake asteke bilindtir.
Putin bo mazuvanîya Tirkîyê ya bo danûstandinan sipasîya Erdogan kir.