Serokê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan do Çarşeme dîyar kir ku divê Swêd bo pejirandina endamtîya NATO bo niha di bendawarîyeke erenî de nebe, heya ku rê li ber xwepêşandanên dijî Tirkîyê yên li Stockholmê negire.
”Heya ku Swêd rê li ber xwenîşandanên li dijî Tirkîyê yên li Stockholmê negire, nabe ku Swêd ji Enqereyê li ser endamtîya NATO di civîna bilind a meha bê de li hêvîya ronahîya kesk be.”
Hilbijartinên seroktîyê û parlementoyê di 28’e Gulan’ê de bi dawî bûn ku seroka niha Recep Tayyîp Erdogan careke din wek serokê welêt hat hilbijartin û Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya wî jî bû partîya yekê ya parlementoyê.
Piştî ki Erdogan di 3’yê Hezîranê de kabîneya nû dîyar kir û wek serok dest bi kar kir, endamên NATO bi dengekî bilind hêvîyên xwe tînin ziman ku bila Enqere endamtîya Swêdê ya NATO qebûl bike.
Di vê çerçove de, Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg beşdarî merasîma sondxwarina Erdogan bû û di 4’ê Hezîranê de bi wî re hevditîneke taybet pêk anî.
Herwiha, serokên Hevkarîya Rojava di peyamên xwe yên pîrozbahîyê yên seroktîya Erdogan de, heman hevîyên xwe dîyar kirin û gotin ku ew li bende ne ku Erdoagan di serdema nû ya desthilatdarîya xwe de endamtîya NATO’yê di demeke nêz de bipejirîne.
Ji alîyê din ve civînên dîplomatîk û danûstandinên di nav navbera karbidestên Tirkîye, Swed,Fînlandîya û yên NATO’ yê jî didomin.
Herî dawî şandeyên alîyan do di 14’ê Hezîranê de bo cara çara civîyan. Piştî civîne Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku di danûstandinên bi Enqerê re pêşveçûn hene û pêkan e ku Swêd berîya Hilcivîna Vilniuesê ya NATO ya di 11-12 Tirmehê de bibe endama nû ya hevpeymanîya Rojava.
Lê, di heman demjimeran de Erdogan got ku bo ku Enqere endamtîya Swêdê bipejirîne, pêwîst e ku ew ew berpirsîyên xwe bi cîh bîne û dawî li çalakîyên komên terorê yên li wî welatî bîne.
Tevî hemû hewlên dîplomatîk, gelo Erdogan çima helwets xwe ya neyînî ya endamtîya Swêdê didomîne û dixwaze çi bi dest bixe, armanca wî çî ye?
Dr. Adnan Çelîk, lêkolînerê Zanîngeha Deîsburg - Essen li Almanya dibejê ku sê sedem û armancên wê helwesta Erdogan hene.
Dr. Çelîk dîyar dike ku sedema yekê tekilîyên nêz yên Erdogan bi serokê Rûsya Vladamir Putin e ku rê dide ku ew di nava Hevpeymanîya NATO nakokîyan çê bike ku di kêrê Putin de te.
Ew dibêje ku hem sedem û hem jî armanca dûyê ya Erdoagan ev e ku ev dixwaze bi saya wê helwesta tund ji bingeh û aligirên xwe yên navxweyî re peyameke bide ku ew hemberî cîhanê û welat ûn Rojava disekine û li gor berjewendîyên Tirkîyê tevdigere.
Dr. Çelîk dîyar dike ku Erdogan bi vê derfeta ku derketîye hole herî pir dixwaze ku rexistinên sîyasî yên Kurdan li serenserî Ewrupa wek rexistinên dijqanûnî bide pejirandin û wan krîmînalîze bike.
Ew bi berdewamî dide zanîn ku Erdogan bi ve yekê û rê li ber pêşveçûnên wan û çalakîyên demokratîk yên Kurdan bigire, bi taybet jî li welatên wek Swedê ku heya niha tevê yên Kurdan berevanîya mafên tevahîya komên blindest kirîye.
Li ser egera guherîna wê helwesta neyînî ya Erdogan gelek şîroveyên cûda hene, û nîqaş didomin ku gelo pêkan e ku Erdoagn berîya Hilcivîna NATO endamtîya Swedê bipejirîne gelek şîroveyên cûda hene, ku wê di 11-12 Tîrmehê de li Vilnius ya ya Lîtvanya were darxistin.
Dr. Çelîk dibêje ku pêşbînîkirina vê yekê zahmetê û bersîva wê pirsê li gor wî hê ne zelal e. Lê, bi berdewamî destnîşan dike ku Erdogan kesekî pragmadîst e û li gor desketinên di danûstandinan de pêkan e ku helwesta xwe biguherîne û endamtîya Swedê bipejirîne.
Herwiha, Dr. Çelîk balê dikşîne ser xwebawerîya Erdogan û dibêje ku Erdogan ji xwe pir bawer e ku her çend dijî Rojava û NATO derkeve jî, dijî prensîbên NATO tevbigere jî; jiber girîngîya Tirkîyê hevbendên NATO wê nikaribin bi rehetî hemberî Erdogan helwesteke tund dîyar bikin.
Ew dibêje ku her çiqaş Tirkîye hewceyê NATO ye ew qas jî NATO hewceyê Tirkîyê ye, bi taybet jî jiber rewşa sîyasî ya navneteweyî û şerê Rûsya dijî Ukrayna.
Hejayê gotinê ye ku Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên vê hevpeymanîya Rojava.
Tirkîyê di meha Adarê de endamtîya Fînlandîya pejirandinbû lê, ya Swedê heya niha nepejirandîye û dibêje ku Swêd mazuvanîya komên terorê dike û divê dijî wan gavên tund biavêje.
Jibo ku welatekî bibe endama NATO pêwîste tevahîya 31 welatên ku niha endam in, wî welatî bi yekdengî bipejirînin.
Hun dikarin tevahkîya hevpeyvkîna bi Dr. Adnan Çelîk, lêkolînerê Zanîngeha Deîsburg - Essen li Almanya li ser lînka jêrîn guhdar bikin.