Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berbijarbûna Selahattîn Demîrtaş, ku berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) e, û piştgirîya Partîya Gel ya Komarî (CHP) ya bo vê berbijarîyê rexne kir.
‘’Çi ye, mehkûm nebûye (Selahattîn Demîrtaş). Kemal Beg (Serokê CHP’ê) jî piştgirîyê dide vê.’’ Erdogan got.
Erdogan got ku ‘’Eger Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) li gor wijdanê tevnegerîyaye û şaşîyek wisa kiriye, em jî dê eynî şaşîyê bikin?’’
Berbijarê serokomarîyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji Mijdara 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye û kempeyna hilbijartinê bi rêka parêzerên xwe ji medya civakî dimeşîne.