Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro 3 endamên komîteya siyaseta diravî ya banka navendî Semih Tumen, Ugur Namik Kuçuk û Abdullah Yavaş ji kar dûr xist.
Li gor Rojnameya Fermî ya Tirkîyê li şûna wan 3 karbidestan du endamên nû hatine erkdar kirin.
Erdogan, Taha Çakmak wek cîgirê serokê banka navendî û Yusuf Tuna jî wek endamê banka navendî destnîşan kir.
Piştî ragihandina biryara Erdogan, nirxa lîra ya Tirk li hember dolarê bi rekorî daket û yek dolar bû 9.17 lîra.
Şeva Çarşemê, serokomariya Tirkîyê ragihand ku Erdogan bi serokê Bankaya Navendî Şahap Kavcioglu re hevdîtinek pêk anîye û piştî çend seatan ev biryara di Rojnameya Fermî ya welat de hate dîyar kirin.