Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan soza berdewamkirina operasyonên dijî mîlîtanên DAIŞ û serhildayên Kurd yên li Îraq û Sûrîyê dide, di vê demê de ku NATO jî ser daxwaza Enqerê bi awarteyî civî.
Erdogan berî here Çînê, di civîna çepemenîyê de got ku ewê ti car paş de gavan nevêjin û şerê heyî bi biryarane bidomînin.
Erdogan herwiha dîyar kir ku rêberên NATO wê pêngavên pêdivî yên bo ewlehîya Tirkîyê bavêjin.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî got ew pêşketinên li Tirkîyê ji nêzîk ve dişopînin û bi hevgirtineke xurt li kelêka Tirkîyê ne.