Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Amadekarî Bo Avakirina Herêmên Din yên Ewlekariyê li Sûriyê Temam Bûne


Serokamrê Tirkiyê R.T.Erdogan
Serokamrê Tirkiyê R.T.Erdogan

Serokamrê Tirkiyê Recp Tayyib Erdogan roja Yekşemê di axiftineke xwe de ya li bingeha partiya desthilatdar AKPê de, li bajarê Trabzon li ser derya Reş got, wan hemû amadekarî bidawî kirine bo avakirina herêmên din yên ewlekariyê di nav axa Sûriyê de, weke wan herêmên ku du caran berê çûne di nav axa Sûriyê de.

Erdogan got, weke avakirina herêmên ewlekariyê yên di carên berê de encam dean e dê dîsan bidomînin, Erdogan herwiha got, jiber plana wan ya berî niha çarêk Mîlyon kes vegeriyan herêmên "rizgar kirî".

Di berdewamiya axiftina xwe de Erdogan got, me hewildanên xwe yên dîplomasî û leşkerî bo herêma Îdlib ya Sûrî xort kirine da ku ti qetlîam weke yên din li Sûriyê çê nebin.

Ji hejî bîr xistinê ye ku Tirkiye li Herêma Cerablis û Efrînê hatiye di nav axa Sûriyê de, heta niha leşkerê wê destekê dide grûbên çekdar yên opozisyona Sûrî li wan herêman.

XS
SM
MD
LG