Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Bang li Hemî Dewletan Dike ku Destên Xwe ji Sûrîyê Bikişînin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê bang li hemî dewletan kir ku destên xwe ji Sûrîyê vekişînin.

Erdogan li parlamanê got ku kanîn û kapasîteya hêzên Tirkîyê têra têkbirina mîlîtanên Kurd û yên Dewleta Îslamî (DAIŞ) dike.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku li Sûrîyê bi ketina Beşar Esad re niha kêşeya herî mezin çekdarên Kurd yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) in.

Serokê Tirkîyê got ku ger YPG çekan bernede ewê bi neçarî têk biçe.

Çekdarên YPG pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dikin ku ew hêz di têkoşîna dijî DAIŞ de hevbenda pêş ya Amerîka ye.

Tirkîye YPG wek baskê Sûrîyê yê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne, lê HSD dîyar dike ku ti peywendîya wê ya organîk bi wê rêxistinê re tuneye.

Li bakurê Sûrîyê şerê çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê û şervanên HSD’ê bi ketina Esad re gur bû.

Serfermandarê HSD’ê Mazlum Abdî di rojên borî de ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re dîyar kiribû ger bi Tirkîyê re agirbest çêbe ewê şervanên ji derveyî Sûrîyê vegerin warên xwe.

Abdî di wê hevpeyvîna taybet de cara pêşî piştrast kiribû ku li bakurê Sûrîyê şervanên PKK’ê hene û gotibû ku ku ew çekdar jibo destekê bidin têkoşîna dijî DAIŞ’ê hatine herêmê.

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG