Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser lihevkirina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û rêvebirîya Sûrîyê axifî.
Erdogan di bernameyeke fitarê de ser lihevkirina her du alîyan got ku gaveke rast e.
‘’Bicîhanîna wê lihevkirinê wê kêrî ewlekarî û aramîya Sûrîyê were. Bi vê wê tevahîya Sûrîyê qezenc bike.’’
Wî got ku Ereb, Kurd û Tirkên herêmê bi pêşvebirina biratîyê wê planên dijminan pûç bikin û ewlekarîya xwe çêkin.
Erdogan dîyar kir ku ew hêvî dikin ku li hêrêmê hemî ol û bawerî û komên etnîk bi hev re di aştî û aramîyê de bijîn.
Hikûmeta nû ya Sûrîyê û HSD’ê pêr Duşemê peyman îmza kiribû.
Li gor peymanê sazîyên sîvîl û leşkerî yên di bin kontrola HSD’ê de wê jibo dewletê werin entegre kirin.
Piranîya bakur û rojhilata Sûrîyê di bin kontrola HSD’ê de ye ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike.
Enqere, YPG wek baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) yê Sûrîyê dibîne û dibêje divê çekan berde.
Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan dawîya Sibatê bang li rêxistinê kiribû ku çekan berde û dawî li xwe bîne.
Jêder: Reuters, VOA