Serokê Misirê Abdulfetah el-Sîsî li ser vexwendina hevtayê wî yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan cara pêşî serdana Tirkîyê kir.
Her du serokan piştî civînê bi awayekî hevbeş ragihand ku Tirkîye û Misir dest bi peywendîyên nû dikin.
Erdogan dîyar kir ku karên Tirkîye û Misirê yên jibo aştî û aramîya herêmî girîng in û got ku her du dewletan li hev kiriye ku ew di serî de Gaza jibo çareserkirina mijarên herêmê danûstandinan bidomînin.
Serokê Tirkîyê got ku Enqere û Qahîre ser mijara Filîstînîyan hevbîr in û behsa planên her du dewletan kir.
‘’Em hevkarîya xwe pêşve dibin. Emê bazirganîya her du dewletan di nav 5 dewletan de rakin 15 mîlyar dolaran.’’
Sîsî jî dîyar kir ku serdana wî nîşan dide ku ewê peywendîyên her du dewletan pêşve bibin û got ku her du dewlet di gelek mijaran de wek hevdu difikirin.
‘’Tirkîye û Misir jibo Gaza banga agirbestê dike û jibo Kenara Rojava jî banga rawestandina êrîşan kir.’’
Wî dîyar kir ku jibo alîkarîyên mirovahî herin Gaza çi ji dest wan tê ew dikin.
Serokê Misirê got ku ew dixwazin ku dawî li krîza li Sûrîyê jî were û dîyar kir ku ew ser nêzîkbûna Şam û Enqerê jî razîbûna xwe radigihînin.
Berî preskonferansê hat ragihandin ku her du dewletan 17 peyman îmza kirine.
Jêder: NTV