Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Dewletên ku Dijî Terorê Nasekinin Nikarin Tiştekî li NATO Zêde Bikin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser daxwaza Swêdê ya jibo endamtîya li NATO got ku ew nikarin wan dewletan bipejîrnin ku piştgirî didin terorê.

Erdogan dîyar kir ku dewletên ku dijî rêxistinên terorî nasekinin nikarin tiştekî nû li NATO zêde bikin.

‘’Emê roja Sêşemê, li hilcivîna NATO van mijaran careke din bînin bîra hevbendên xwe. Jibo welatê me kîjan bi xêr e emê ser wê biryarê bidin. Me ji dewletên ku dijî terorê gav neavêtine re bertekên xwe nîşan dane."

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê.

Fînlandîya di rojên borî de hat pejirandin û bû endama 31’an ya NATO.

Jibo dewletek bibe endama NATO divê endamên hevpeymanîyê bi yekdengî wê bipejîrnin.

Heta niha bi tenê Macaristan û Tirkîyê mane ku endamtîya Swêdê nepejirandine.

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG