Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî nimêja eyda Ramazanê îro li Ayasaofya ya Stenbolê got ku ewê piştî cejnê here hemî bajarên Tirkîyê.
‘’Piştî cejnê ezê ji merasîmên vekirinê pirtir giranîya xwe bidim ser mîtîngan. Em dixwazin ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi ser kevin."
Erdogan got ku ewê piştî serdanên li herêma erdhejê mîtîngên xwe bidomînin.
Li gor bernameyê, Erdogan dê sibê Şemîyê li hêla Entab û Hatayê be.
Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên serokomarîyê de berbijarê Hevpeymanîya Gel e, lê hin anket nîşan didin ku berbijarê Hevpeymanîya Netew, Kemal Kiliçdroglu li pêşîya wî ye.
Jêder: NTV