Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Bang li Rêxistina Hevkarîya Îslamî Kir ku Ser Gaza Hilcîvînekê Çêke


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bang li Rêxistina Hevkarîya Îslamî kir ku ser şerê li Gaza û êrîşên Îsraîlê yên li Qudsê demûdest hilcivînekê çêke.

Erdogan, ku Îsraîlê ser operasyonê wê ya dijî Hamasê bi tundî rexne dike, dawîya hefteyê jî bang li dewletên Îslamî kir ku dijî ‘’berfirehbûna Îsraîlê’’ tifaqekê çêkin.

Piştî civîna kabîneyê ya li Enqerê, Erdogan dîyar kir ku Îsraîl wek parçeyeke ‘’berfirehbûn’’ê Qudsê hedef digire û dîyar kir ku ew cîh jibo wan xeta sor e.

Di Rêxistina Hevkarîya Îslamî de 57 dewlet hene û ew îdia dike ku dengê hevbeş yê Misilmanan e.

Erdogan dîyar kir ku karê Rêxistina Hevkarîya Îslamî doza Qudsê û got ku ew nikare li hember êrîşan bê deng bimîne.

Wî got ku bê ku zêdetir wext here divê ew rêxistin di asta rêberan de hilcivînekê çêke.

Hefteya borî Îsraîlê li Kenara Rojava dema protestoyekê hemwelatîya Amerîka Ayşenur Ezgî Eygî ya bi eslê xwe Tirk kuştibû ku Erdogan dîyar kir ku ewê ser wê bûyerê jî serî li Dîwana Dadê ya Navneteweyî bidin.

Erdogan got ku ya Îsraîl dike komkujî ye û got ku ewê hesabê kiryarên xwe bide.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG