Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevdîtina Erdogan û Esad Dikare Çi Guherînan Bîne?


Serokomarê Tirkîyê R. T. Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed
Serokomarê Tirkîyê R. T. Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed

Serokomarê Tirkîyê Recep Erdogan roja Yekşemê ragihand ku ewê di demeke nêzîk de vexwendinekê ji Serokê Sûrîyê Beşar Esad re bişîne. Peywendîyên Tirkîye û Sûrîyê ji sala 2011ê ve sekinîne û ger ev hevdîtin pêk were, çi guhertin dikarin pêk werin?

Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Abdullah Kiran radigîhîne ku Erdogan û Esad bicivin, qeyrana ku di nav Tirkîyê û Sûrî de heye pêkan nîne ku yekser rabe.
“Vê hevdîtinê a rast Rûsya dixwaze. Armanca Rûsyayê ewe ku nakokîyên ku di navbera Erdogan û Esad de hene rake. Di vî warî de Tirkîye jî bi dile ku ev nakokîyana rabin. Lê problemê ku di navbera Tirkîyê û Sûrîyê de hene ewqas asan nînin ku çaraser bibin.”

Kiran, dide zanîn ku Rûsya, Îran, Amerîka, Tirkîye û Sûrîye bi tevahî li ser Kurdan sîyaseteke dimeşînin.

Dr. Abdullah Kiran, Lêkoler Û Mamostayê Zanîngehê
Dr. Abdullah Kiran, Lêkoler Û Mamostayê Zanîngehê

“Daxwazê Rûsyayê ewe ku di bin kontrola Esad de Kurdan cî bike, ya Tirkîyê jî ewe ku Kurd xudanê ti mafeke nebin. Lê li vê derê ya girîng sîyaseta Amerîkayê ye. Bi ya min Kurd pêwîste ku bi Amerîkayê re danûstnandinê xwe zêde bikin. Ji bo ku Amerîka di nav van hemû dewletande herî zêde di nav xeta demokrasîyê de ye.”

Rojnamevan Îhsan Kaçar radigîhîne ku di navbera Erdogan û Esad de nakokîyên mezin hene, ew vê hevdîtinê jî wek civîn û belavbûn pênase dike.
“Îro Tirkîye û Sûrî dixwaze hevdîtin çêkin. Bi ya min di vê hevdîtinê de dê ti tiştek neyê çareserkirin, pêkane werin ba hev û belav bibim. Ana nêzîkî 4 mîlyon penaxwazên Sûrî li vîr hene, ez ji gelek kesî dipirsim, ji wan ti kes naxwazin ku vegerin Sûrîyê. Başe heke penaxwaz pêkan nîne vegerin, ev hevdîtin ji bo çî ye?

Îhsan Kaçar, Rojnamevan
Îhsan Kaçar, Rojnamevan

Kaçar bersîva vê pirsê jî wiha dîyar dike:
“Erdogan û Esad dibe ku werin ba hev, lê Esad dixwaze Tirkîye ji axa wan derkeve, Erdogan jî dixwaze ku statûya Kurdan li Sûrîyê nebe. Ev herdû daxwaz jî pêkan nîne çareser bibin. Jibo ku li Sûrîyê gelek hêz û rêxistinên din hene, di alîyê din de jî kesên ku Esad ewan naxwaze Tirkîye bi wan re têkildar e. Jiber vî jî di vê hevdîtinê de tiştekî erênî bi ya min derkeve.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku berî sala 2011’an navbera Erdogan û Esad gelek baş bû, lê piştî bihara Ereban bûyerên ku li Sûrîyê qewimîn ji alîyê Tirkîyê ve jî hate destek kirin, ji ber vî jî bêtirî 13 sale ku Tirkîye û Sûrîye bi hev nakin.

Mijara Rojê 09072024.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:55:20 0:00
XS
SM
MD
LG