Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ew ji Hevbendan Hêvî Dikin ku Piştgirîya jibo Kurdên Sûrîyê Vekişînin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got Enqere li bendê ye ku dewletên bîyan piştgirîyên xwe yên jibo şervanên Kurd yên li Sûrîyê vekişînin.

Enqere ji demeke dirêj vir ve hewil dide Kurdên bi piştgirîya leşkerên Amerîka îzole bike.

Erdogan, ku roja Pêncşemê dema ji hilcivîneke Misirê vedigerî di firokê de pirsên rojnamevanan bersîvandin, got ku êdî jibo bîyan piştgirî bidin şervanên Kurd yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ti sedem nemaye.

Gotinên Erdogan îro Înê ji alîyê ofîsa wî ve hatin weşandin.

YPG ya Kurd li bakurê Sûrîyê pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka dike, lê Tirkîye wan yekîneyan wek parçeyeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne ku ew rêxistin li hêla Enqere, Washington û Yekîtîya Ewrupa (YE) ketiye lîsta terorê.

Erdogan di axaftina xwe de YPG û Dewleta Îslamî (DAIŞ) dan ber hevdu û got ku jibo her du koman jî li Sûrîyê ti siberoj tuneye.

‘’Em bawer nakin ku di demên pêş de ti hêz bixwazin ku hevkarîya bi rêxistinên terorî re bidomînin. Serên rêxistinên terorî yên wek DAIŞ, PKK-YPG wê di dema herî kin de werin pelixandin.’’

Li Sûrîyê 900 leşkerên Amerîkî bi HSD’ê re hevkarîyê dikin.

HSD’ê navbera 2014-2017’an di têkbirina çekdarên DAIŞ’ê de roleke girîng lîst û çekdarên Îslamî hîn jî di kampên wê yên dîlan de ne.

Enqerê tevî hevbendên xwe yên Sûrî gelek caran êrîşên dersînor birin ser HSD’ê û çend caran bang li Washingtonê, ku di NATO’yê de hevbenda wê ye, kir ku piştgirîya xwe ya jibo wan çekdaran bibire.

Piştî ketina Esad girjîya li herêmê gur bû û Tirkîye û komên Sûrî yên bi piştgirîya wê 9’ê Berfanbarê Minbic ji HSD’ê sitand.

Erdogan ji rojnamevanan re got ku ew dixwazin Sûrîyeke wisa bibînin ku jibo hemî komên etnîk û olî bi hev re bi awayekî rêzdar dijîn.

Serfermandarê HSD’ê Mazlum Abdî do Pêncşemê ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re got ku ger bi Tirkîyê re agirbest çêbe ewê ji şervanên Kurd yên ji derveyê Sûrîyê tevlî wan bûne vegerin warên xwe û ev yek ji demeke dirêj vir ve yek ji daxwazên li pêş yên Enqerê ye.

Abdî cara pêşî piştrast kir ku endamên PKK’ê jî di nav de hin şervanên Kurd yên ji dewletên din piştgirî dane HSD’ê, lê got ku ger agirbest çêbe pêdivî bi wan namîne.

Karbidestekî Wezareta Berevanî ya Tirkîyê jî dîyar kir ku Enqerê û HSD’ê ti agirbest çênekiriye û got ku heta PKK û YPG’ê çekan datînin û çekdarên bîyan ji Sûrîyê derdikevin ewê tedbîr û têkoşînên xwe bidomînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG