Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Emê Roja Yekşemê jibo Welatê Xwe Biryareke Girîng Bidin


Berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê dîyar kir ku ewê rojê Yekşemê jibo siberoja zarok û welatê xwe biryareke girîng bidin.

Erdogan got ku ewê di 28’ê Gulanê de karê ku wan di 14’ê Gulanê de nîvçe hiştiye temam bikin.

‘’Roja Yekşemê xêncî dengdanê bila ti planeka din tunebe. Telafîya sindoqan tune’’

Wî dîyar kir ku ew dikarin rojeke din herin gerê lê sindoq 5 salan carê tên pêşîya wan.

Erdogan bang li alîgirên xwe kir ku bi fikra ku ew li pêş in tevnegerin û xwest ku herkes li sindoqan xwedî derkeve.

Tirkîye jibo gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê vê Yekşemê diçe ser sindoqan.

Li hember desthilata Erdogan, berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu heye.

Jêder: AKP, Twitter

XS
SM
MD
LG