Serokê Amerîka Joe Biden û serokê Titkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Duşemê di çarçoveya hevdîtinên lîderên hevpeyamanîya NATO de li bajarê Bruksel paytexta Becîka derbarê pirsgirêkên di navbera her du welatên endamên NATO dicivin.
Gelek xalên nakokîyê di navbera her du welatan de hene, çendîn salên borî rewşa têkilîyên Amerîka û Tirkîyê nebaş bûn, bi taybet piştî partîya AKP ya serokomar Erdogan giheştin ser desthilatê.
Xalên herî sereke yên bûne sedema alozîyan, kirîna Tirkîyê ya sistema berevanîya Rûsî S-400, avêtina Tirkîyê ji plan û projeya firokên pêşkleftî F-35 yên Amerîkî, piştevanîya Amerîka ya Kurdên Sûrîyê di nûnerîya YPG/YPJ û partîya PYD’ê de, paşan alîkarîya leşkerî ya Hêzên Sûrîya Demokrat HSD’ê di şerê koalisyona navnetewî ya li dij DAIŞ’ê.
Herwiha zêdegavîyên Tirkîyê yên lêgerîna çavkanîyên enerejîyê li rojhilatê derya spî ya naverast û pirsa binpêkirinên mafên mirovan û hindabûna demokrasîyê li Tirkîyê bi taybet piştî hewildana derbeya leşkerî ya ne serketî li havîna 2016’ê xalên nakokbar bûn di navbera Tirkîyê û welatên rojavayî de.
Ev xal hemî û xalên din yên nakokîyên Tirkîyê bi endamên din yên NATO re, mijara rola Tirkîyê li Afganistanê piştî vekişandina hêzên bîyanî ji wî welatî û pirsigrêkên herêmî yên li Sûrîyê, Îraq û Lîbya mijarên danûstandinên dîdara Biden-Erdogan in.
Jibo nirxandina wê hevdîtinê ji hemû alîyên de, û giringîya hevdîtinê bo îro û paşerojê herêmê binirxînin, çen şirovekar û nûnerên alîyên sîyasî ra û bûçûnên xwe anîn ziman.
Dr. Bîlal Samdûr, prefessorê zanîngeha Enqerê, weha dibîne ku "civîna di navbera Biden û Erdogan de gelek muhîme, Erdogan dixwaze têkilîyên şexsî di nava xwe û biden de peyda bike."
Dr. Bîlal ne li pey wan gotina ye, yên ku dibêjin Erdogan dê bikare Biden qayil bike weke serdema Trump çi jê bixwaze dê wê bike û ev bawerîya Tirkîyê ye jî, Bilal dibêje lê "Di vê hevdîtinê de bo çareserîya pirsên mezin tiştek dernakeve" tenê ewê rîya têkilî û dîplomasîyê vebibe.
Mamend Roj, pisporê pirsên stratejî, ew jî vê civînê giring dibîne û dibêje ku dê gelek dosya û pirs di vê hevdîtinê de hebin, ji Bernama F-35 yên Amerîkî bigire heta pirsa kirîna S-400, ketina Tirkîyê ya axa Lîbya, Sûrîyê û Bakurê Îraqê(Herêma Kurdistana Îraqê).
Derbarê giringîya civînê bo hevpeymanîya NATO, Roj weha dibîne ku dibe "Heta 10 salên din arasteya peymana NATO bihê guhertin, NATO bihê nûjen kirin û sistema berevanîya bihê pêşxistin".
Roj, xalên giring yên jibo Tirkîyê weke nasandina Jenosîda Ermenîyan û pirsa aborî de dibîne û dide zanîn ku jiber aborîya ketî ya Tirkîyê û deynên wê, dê Tirkîye hewcedarî Amerîka û welatên Rojava bibe, jiber wê yekê Tirkîye nerimbûnekê peyrew dike û çareserîya kilîtê dê bibe ev civîna Brukselê, weke Roj dibêje.
Bêrîvan Hesen, Berpirsa Ofîsa Têkilîyan li Herêma Firatê û Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê derbarê cîvînê hêvîyên xwe anîn ziman û got ku ev civîn hêvîya xelkê Sûrîyê û rûniştvanên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ye û rola Amerîka li Sûrîyê bi giştî û bo aramî û aştîya li Bakur û Rojilatê Sûrîyê giring dibîne.
Bêrîvan dibîje ku çawan hevkarîya Amerîka jibo rizgarkirina Kobanê ji çekdarên DAIŞ’ê hebû heta niha berdewam dike, hêvî xwestin ku ev hevkarî her berdewam bibe, "Bi rîya QSD’ê ku li gel Amerîka hevkarên hevdu bûn DAIŞ di hundirê Sûrîyê de têkibir. " Bêrîvan got.
Hoşeng Osê Nivîskar û çavdêrê sîyasî ji Belcîka dibîne ku ev civîn dişibe civîna sala 2007an ya G. W. Bush û Erdogan ku rê jibo Tirkîyê hate vekirin ku derbasî Kurdistana Îraqê bibe û operasyona leşkerî li hemberî hêzên PKK’ê lidar bixe ya ku weke operasyona ZAP’ê tê naskirin.
Hoşeng dibêje "Dibe PKK Armanc be di vê hevdîtina han de", jiber ku Tirkîyê niha êrîşên xwe yên li dij PKK li Kurdistana Îraqê zêde kirine û Amerîka rêya vê yekê vekirîye, û divê rêxistina PKK jî pîçekê li xwe vegere, weke Hoşeng Osê dibêje.
Fayiq Yagizay Nûnerê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Yekîtîya Ewrupa ji bajarê Strassborga Fransa got, giranîya civîna Biden-Erdogan dê li ser pirsên hevpeymanîya NATO be, ne tenê têkilîyên Amerîka û Tirkîyê mijara hevdîtinê ne belkî, têkilîyên Tirkîyê bi Amerîka û welatên NATO û yên Yekîtîya Ewrupa re dê werin nirxandin.
“Biden jibo Erdogan dê hêlên sor hebin, di nav de sistema berevanî S-400 be, ew dibêje "Tiştê herî zêde Biden li ser bisekine, xetê wî yê sor S-400'e, ku ji Rûsyayê kirîne, wê ew derkeve pêş."
Yagizyay dibîne ku Tirkîye jî dê kartên heyî bikar bîne û bêje ez dikarim rola xwe yê li Afganistanê bibînim, herwiha rola li Lîbîya û bakurê Sûrîyê li hember Rûsya derxe pêş û bêje ku ew dikare li ser navê NATO li van herêman li hember Rûsya raweste.