Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan 7 Û 8 Mehê Seredana Atîna Dike


Di vê heftiyê de serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê bi seredanek dîrokî gehîte Yunanistanê, ev nîşana wê yekê ye ku, têkiliyên herdu welatan baş bibin, herçende duberî di navbera wan de liser gelek pirsan hêjî berdewamî heye.

Erdogan dema serokwezîr bo di navbera salên 2004 û 2010an de seredana Yunasinstanê kir bû, lê seredana ku dê Erdogan vê heftiyê encam bide, dê bibe yekemîn seredana serokekî din yê Tirkiyê bo Atîna piştî seredana Celal Bayar ya sala 1952an.

Dibe di seredana xwe de Erdogan here Bakurê Yunanistanê ku hejmarek zêde ya civaka Misilman li wêderê dijîn.

Di sala 1992an de, rewşa di navbera Tirkiyê û Yunanê de pir aloz bûbû, rewşa giha bo astê ku, şerek di navbera wan de derkeve, lê rewş baştir bûye di çarçeva peymana Tirkiyê bi Yekîtiya Ewrup re, ya ku rê nede koçber ji Tirkiyê di ser Yunanistnaê re derbasî Ewrupa bibin.

Têkliyên Tirkiyê û hin welatên din yên Ewrupa dîsan nebaşe, tê çaverê kirin ku, di seredana Erdogan ya di rojên 7 û 8 î mehê de bo Atîna rewş bihê gihertin.

XS
SM
MD
LG