Erdhejyana bi hêza 8.9 li Japonê zîyanek mezin gihand herêma Fukushima û pêlên Tsunami jiyana xelkê herêmê şepirze kirîye û ziyan gehandîye kargehên Navokî. Bi sedan hezar Japonîyên ji erdhejyan û pêlên Tsunami veresyayîn şeva sêyê ye bê hewangeh, bê kehreb û kêm xwarin û vexwarin mane.
Ji rûyê Ciyografî Japon li herêmekê ye herdem erdhejyan lê dibin, lê ya roja heynî pêncem erdhejyana bi hêz bû li Japon ê. Ji zanyarîyan Dexîl ê Şemo hevpeyvîn digel 2 şarezayên Ciyolocî kirîye.
- Dr. Hêmin Koyî, Pirifîsor li zankoya Uppsala li Siwîdê
- Erdelan Ferec, şarezayê Ciyolocî li wilayeta Virginya
Jibo guhdarî kirina van 2 hevpeyvîna, lînkên ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wan hebin, di valahîya xwarê de binivîse.