Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Giştî Ya Qurbaniyên Erdhejên Tirkiyê û Sûriyê 26,000 Derbas Kir

Dezgeha Rêvebirina Karesatan û Hawarçûnê li Tirkiyê(AFAD) ragihand ku hejmara tîmên rizgarkirinê yên ku ji welatên din hatine gihîtiye 8,294an.

22:41 10.2.2023

Karbidestên Tirk û Sûrî radigihînin ku heta niha pirtir ji 23,000 kes di encamên erdhejan de jîyanên xwe ji dest dane.

Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) berî demeke kin ragihand ku hejmara kuştîyên erdhejan li Tirkîyê bû 20, 213 û hejmara birîndaran jî 80,052 ye.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) hişyarî dide ku rewşa mirovahî niha pir dijwar e û bi hatina sermayê dijwar û ketina berfê ew rizgarbû dikarin ribirûyê felaketeke nû bibin.

21:45 10.2.2023

AFAD ragihand ku de hejmara kuştîyên erdhejan li Tirkîyê bû 20, 213 û hejmara birîndaran jî 80,052 ye.

Bajarê Antakya
Bajarê Antakya

18:29 10.2.2023

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku hejmara giştî ya miriyên erdhejê bûye 19,388 û heta niha 77, 718 jes jî birîndar bûne.

12:52 10.2.2023

HDP Dibêje Rêxisitnên Wan Alîkariyan bi Her Awayî li Ser Qurbaniyên Erdhejê Belav Dikin

Di hesaba xwe ya fermî ya twîterê de HDPê twîtek bi zimanê kurî weşand û weha dibêje:

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG