Ji serê salê vir ve, bi pîleya 4 û zêdetir, herî kêm 5 erdhej li navenda bajarê Colemêrgê pêk hatin. Di encama erdhejan de hin cîhan derzîna erd pêk hat û rêya di navbera Colemêrg û Wanê de bi seatan hat girtin. Hejmarek pispor didan zanîn ku li Colemêrgê ew benda erdhejek mezin in.
Ev rewş bû sedema metirsîya rûnitşvanan û gotûbêjên derbarê rewşa avahî û amadekariyên jibo erdhejên wêrankar yên çaverê kirî û tê prisên, gelo bajêr bo erdhejek mezin amade ye an ne?
Ji zanîngeha Hekarîyê zanyarê jeolojîyê Prof. Dr. Mehmet Nurî Bodur bo Dengê Amerîka got ku piştî erhejên wêrankar yên Mereşê, li herêma Hekarî erdhej zêde bûn.
“Bi teybet piştî erdheja Mereşê, plakeya Ereb, plakeya rojhilatê Anatolyayê kaş dike û bajêrê me jî tam li ser sînorê her du plakeya ye. Jiber vê rewşê erdhej pêk tên û dibe ku erhejek mezin jî bi qewime.”
Di heman demî de hejmarek zêde zanyar û pispor dîyar dikin ku bajêrê Colemêrgê bo erdhejek bi hêz ne amadeye. Yêk ji pisporê rewşên awarte û felaketan Faruk Gorûnûş e, ku ew di heman demî de endezyarê avahîsazîyê ye. Ew dibêje ku li bajêr 6 hezar avahî hene û ji van 4 hezar, qaçax hatine çêkirin, an ku ev 4 hezar avahî li gor standartên dîjî erdhejê nehatine ava kirin.
Serokê Odeya Esnafên Colemêrgê Îsmaîl Akdogan, bo Dengê Amerîka axift got ku divê dewlet bo nûkirina avahîyên kevin alîkarî bide rûniştvanan.
“Bi taybet alîyê nûkirina avahîyan de alîkarîyek mezin bo rûnitvanên Colemêrgê hewceye. Divê dewlet alîkarî bide ku rûniştvan ku bikarin li gor rewşa heyî avahîyên xwe nû bikin.” Akdogan anî ziman.
Yek jî mijara herî sereke ya bajêr rêbar e. Bajarê Colemêrgê di nava çîyayan de hatiye ava kirin û rêbara wê ji di nava gelîyên kûr de ye û pir zehmet e. Gorûnûş, banl dikêşîne ser vê erdnigarîya bajêr û li gor tespîtên xwe senoryoyek wiha ya erdheja Colemêrgê pêşkêş dike:
“Ger li Hekarî yê erdhejek pêk were, dê di nava 20 deqîqeyan de rêbara di nava bajêr û derveyî bajêr de bixetime. Jiber rêbarên nebaş, rêzên otomobîlan dê ji navenda bajêr heya ser pira nû (20 kîlometreyan) dirêj be. Di encam erdhejan de dê şemitîna axê jî pêk were û rêbara di navbera Colemêrgê û Wanê de dê bê girtin. Bi vê yêkê dibe ku alîkarî heya 48 seatan negihije bajêr.” Gorûnûş got.
Lê Walîyê Hekarîyê Alî Çelîk di konferansa erdhejê de got ku ew niha 2 hezar kesan ku ji tîmên 16 kesan pêk tê bo rewşa awarte perwerde dikin.
Çelîk herwiha got ku wan li bajarokê Geverê û navenda bajêr 5 hezar kon amade kirine. Çelîk dide zanîn ku tedbîra herî baş ewe ku li gor standart û qaîdeyên erdhejan avahî werin ava kirin.
Mamoste Fatma Turna ku erdheja wêrankar ya Mereşê jîyan kirîbû, ku wek guhdarvan beşdarî konferansa erdhejê bûbû, got ku van mehên dawîyê baş e ku erdhej di rojeva karbidest û rûniştvanan de ye, lê em di alîyê pratîkê de pir qelsin, an jî hêdî hereket dikin. Turnayê bang li her kes kir da ku ji alîyê xwe ve çi ji destê wan tê bila bikin da ku dîsa mîna Mereşê rastî felaketê neyên.