Parlamanterê Partîya Baş Salîm Ensarîoglu, ku partîyê ew jiber gotinên wî yên ser Şêx Seîd şandibû dîsîplînê, dest ji partîya xwe berda.
Ensarîgolu ji X’ê ragihand ku Partîya Baş êdî ne partîyeke li rast û navendê ye.
Wî dîyar kir partî ser armancên wek demokrasî û pêşveçûnê ava bûye, lê ew êdî naxwaze nêrîn û nasnameyên cuda bibîne.
Bajarvanîya Amedê di rojên borî de dîyar kiribû ku ewê navê cadeyeke serekî bike Bulvara Şêx Seîd û ser vê di sîyaseta Tirkîyê de nîqaş çêbûbûn.
Ensarîoglu dîyar kiribû ku ew tawanbarkirinên ser Şêx Seîd red dike û gew jibo aştîya civakî ji hemî nirxan re rêz digirin.
Ensarîoglu gotibû ku divê jibo aştîyê cîhê gorên kesên wek Seîd Nursî û Şêx Seîd werin eşkere kirin.
Berdevkê Partîya Baş Kurşad Zorlu ser gotinên Ensarîoglu dîyar kiribû ku wan ser daxwaza seroka partîyê Meral Akşener ew şandiye dîsîplînê.
Bi vekişîna Ensarîoglu hejmara kursîyên Partîya Baş ya li parlamana Tirkîyê daket 39’an.
Jêder: Gazete Duvar