Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştvanên Enqerê Serketina Trump Çawa Dinirxînin?


Hilbijartinên Amerîka li Tirkîyê ji alîyê gel ve jî bi baldarî hatin şopandin. Lê dema Trump li ser ekranên televîzyonê axifî, piştgirên Trump şabûn.

Yek ji wan Nûran Yildirim e. Wê pir caran serdana Amerîka kirîye û wê wek “welatê xwe yê duyemîn” dibîne.

“Bi rastî, meyla min ji Trump re heye. Lê zarokên min, ku li Amerîka, li Silicon Valley dijîn, û her du jî zanyar in, wek min nafikirin. Jiber vê yekê, bi qasî ku min temaşe kir û şopand, rewş bi rastî pir zelal bû. Ez pir dilgiran im. Bi taybetî dema ku Trump dibêje ewê şeran bi dawî bike, ev yek bandorê li min dike. Amerîka tenê li Amerîka ye jiber vê yekê rewşa Amerîka hemû cîhanê eleqedar dike.”

Aydin Cîhan Akkum xwe wek alîgirêkî Trump dibîne. Ew dibêje heke dengê wî hebûya ewê bida Trump. Lê daxwazê wî ew e ku sozên ku Trump da bila bîne cî.

“Berî hilbijartinê Trump gelek soz dabûn, divê piştî hilbijartinan jî sozên xwe bi cîh bîne, jiber ku sozên cuda hene. Wek mînak, ew li ser kêmasîyên bacê axivî, dîsa wî dîyar kir ku ewê şer rawestîne; jibo berjewendîyên xwe yên Amarîkayê. Heke li ser van sozên xwe bisekine wê jibo Amerîka jî jibo hemû dinyayê jî beş be.”

Mehmet Tefîk Turker, bi xwe mamostaye û xwe nêzîkî Demokratan dibîne. Li gor Turker dibe ku Trump jibo Tirkîyê bibe sedema kêşeyan.

“Ez her tim alîgirê Demokratan bûm, lê ez ne li gel wê me ku zilamekî temenekî wek Biden bibe serok. Hatina Trump li gor min jibo berjewendîyê Tirkîyê nîne, Wê bêtir tiştan xirab bike. Jiber vî jî min dixwest ku Kamala Harris were.”

Encama hilbijartinên Amerîka di serê hin welatîyên Tirkîyê de bi awayekî guman jî tê temaşekirin. Xanenişîn Alî Riza Eraslan radigîhîne ku Amerîka li Rojhilata Navîn bandoreke neyînî li ser Tirkîyê dike, kî bê bila bê dê polîtîkaya Amerîka negore.

“Ez bi awayekî demokratîk, bi mantiqa seroka jin difikirîm. Trump wê çi dem çi bike mirov nizane, pir car gotinê wî hev û din nagire. Ji perspektîfa Rojhilatanavîn Trump kesekî xeternak e. Tiştê ku emperyalîst dikin; parçekirin û rêvebirin e. Lê emê rewşa esasî piştî ku Trump dest bikar bike bibînin.”

Denîz Aydin bi xwe xwendevan e. Ew jî li gel hatina Trump xemgîn e, jiber ku Harris jin e alîgirîya wê dike.

“Bi rastî cara yekê bû ku jinek, Harris, wek alîkara serok hatibû hilbijartin. Ev pêngaveke baş bû jibo cîhanê. Her wiha ew lîberal e, jiber vê yekê ez li bendê bûm ku Harris qezenç bike. Lê wek kesên Elon Musk piştîrî da Trump ew serkeftî bû. Piştî Trump dê çi bibe ez ti tiştekê nizanim.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku medyaya Tirkîyê jî bû du beş. Gruba ku nêzîkî hikûmetê ye, di weşanê wan de serkeftina Trump bi awayekî dilxweşî weşandin, lê yên din de wek nûçeyên normal li ser hate Trump sekinin.

XS
SM
MD
LG