Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kolanên Enqerê ji Rewşa Aborîyê Nerazî Ne


Rêxistin û pisporên aborîyê radigîhînin ku aborîya Tirkîyê di van du salên dawî de ber bi nebaşîyê ve çûye.

Di navbera salên 2018 û 2019'an de di warê aborîyê de mezinbûna Tirkîyê daketiye xwarê, bêşixûlî zêde bûye, enflasyon û faîz jî bilind bûne.

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê (TUÎK) dide zanîn ku di warê mezinbûn, bêşixulî, enflasyon û faîzê de du salên dawî ber bi nebaşîyê ve çûye.

Umît Bozan
Umît Bozan

Pisporên aborîyê reşbîn in ku di sala nû de jî rewşa aborî baştir nebe û herî zêde gel barê wê rewşê rake jiber ku li kolan û bazaran nirxê tiştan buhatir dibin.

Welatîyê bi navê Umît Bozan reşbînîya xwe li sala nû dîyar dike ku pêşketinên erênî di warê aborîyê de çênebin.

“Mirov nizane ku hikûmet dixwaze çi bike. Her roj Tirkîye şerekî nû derdixe. Bivê, nevê ew şer jî di berika me de ne. Jibo vê, ez qet bawer nakim ku ev rewş biguhere û ev sal jî wekyên berê be.”

Ronî Alkan
Ronî Alkan

Kirîna tiştan li Tirkîyê her roj berbi bilindûnê ve diçe. Xendevanê zanîngehê Ronî Alkan hem derfetên malbatî û hem jî derfetên xwe dide ber çav radigîhîne ku buhabûn ew fetisandiye:

“Tiştê herî girîng dahat û lêçûn e. Dema ez temaşe dikim dahata me û lêçûna me hevdu nagirin. Ez xwendekar im, lê malbat heta dereke dikare alîkarî bide. Li Tirkîyê jîyan pir buha ye. Dema ez û hevalên min taştîyeke dixûn 50-60 lîra digire. Ev jî jibo me gelek giran e.”

ED_01_27_2020_Tirkîye_Aborî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00


XS
SM
MD
LG