Şeva 18 vê mehê Ofîsa Partiya Demokrat a Kurdisan - Sûrîya li bajarê Dirbêsiyê û Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKS ê li bajarê Dêrikê hatin şewitandin.
Ji hêla xwe ve berpirsên ENKSê alîgirên PYDê bi şawatê tewanbarkirin.
Li ser zarê ragihandina ENKS ê, şeva 18ê Nîsanê alîgirên PYDê molotof avêtine her 3 Ofîsan ku di encamê de ew ofîs hatine şewtandin.
Di derbarê vê mijarê de Berpirsê Ragihandina ENKSê Hesen Remzî ji Dengê Amerîka ev agahî ragihandin.
Di berdewmiya axaftina xwe de birêz Remzî diyar kir ku ev bûyer ne ya yekem e gelek caran alîgirên PYD ê êrîşî ofîsên ENKSê kirin e û ruxandine.
Berpirsê ENKSê Hesen Remzî destnîşankir ku ev kiryarên ji alî PYDê ve tên kirin dê bandorê li ser diyaloga Kurdî- Kurdî bike.
Hêjaye bibîrxistinêye ku ev bûyer û tewanbarikirina ji aliyê ENKS ê ve tê kirin di demekê de ye ku her du aliyan amadebûna xwe ji bo aktîfkirina pirosya diyaloga ragihandibûn.
Lê Bûyerên hemdem li herêma Kurdistanê Iraqê û li bakur û rojhilatê Sûrîyê dê bandor li ser rewşa nakok a di navbera ENKS ê û PYDê dike,û aloziyê di navbera wan de kûrtir bike.