ENKS’ê ragihand ku ofîsên wê yên li Heseke û Kobanê rastî êrîşê hatine.
Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Ebdî êrîşên ser ofîsên ENKS’ê şeremezar kir û got ku ewê rê nedin ti kesî ku dîyaloga Kurdî xira bike.
Endamê seroktîya ENKS’ê Nimet Dawid got ku ew hêzên ewlekarîyê ji wan êrîşan berpirs dibînin.
Emîndariya Giştî ya ENKS’ê derbarê êrîşan bi daxuyanîyekê ragihand ku hêzeke çekdarî ya PYD’ê ofîsên wan dişewitînin.
ENKS dibêje ku tevî şermezarkirina alîyên sîyasî şewitandina ofîsên wan berdewam dikin.
“Grubên çekdar yên asayîşa Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) ofîsa Partîya Yekîtîya Demokrat ya Kurd li Sûrîyê Yekîtî şewitand û li Kobanê bi molotofan êrîşî ofîsa Partîya Yekîtî ya Kurdistanî- Sûrîyê kir.”
PYD’ê ser zarê hevserokê xwe Enwer Mislim tawanên ENKS’ê red dike û dibêje ku ew şewitandina ofîsên partîyên sîyasî şermezar dikin.
Bi alîyekî dinve, hêzên ewlekarîya hindruîn ji şeva Çarşemê vir ve dest bi nobedarîya ofîsên ENKS’ê kirine.
Serokê desteya karê hindurîn ya Rêvebirîya Xweser Kenan Berekat bi daxuyanîyeke nivîskî got ku ew lêpirsînê dikin ku êrîşkaran bînin pêş dadgehê.