Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ofîsa ENKS’ê li Tiltemirê Rastî Êrîşa bi Keviran Hat


Civîna ENKS û partiya El-Musteqbel ya Sûrî
Civîna ENKS û partiya El-Musteqbel ya Sûrî

Ofîsa Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) ya bajarokê Tiltemirê do Yekşemê ji alîyê komeke nenas ve rastî êrîşeke bi keviran hat.

Li gor agahîyên ji alîyê jêderên ENKS’ê çend kesên nenas kevir avêtin dergeha ofîsê û bûn sedema hin zîyanan.

Berpirsê Ragihandinê yê ENKS’ê Hesen Remzî ji Dengê Amerîka re got ku ne cara yekê ye ku êrîş û kiryarên bi vî rengî li dijî nivîsgehên wan pêk tin.

Hesen Remzî
Hesen Remzî

Remzî, Ciwanên Şoreşger bi êrîşê tawanbar kir û got ku ev kiryar bandorê yekser li ser rewşa dîyaloga navbera wan û PYNK’ê dike.

“Em banga xwe ji nûnerê Amerîkî û ji Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk re dikin ku ew di vê derbarê de hişyar bin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku her du alîyên Kurdî li Sûrîyê, ENKS û PYNK di sala 2020’an de dest bi dîyaloga navxweyî kiribû, lê ji ber pirsgirêkan her du alî heya niha ti encamên praktîk bi pêş nexstine.

ZO_02_28_2022_ENKS
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00
XS
SM
MD
LG