Alîgirên Encûmana Niştîmanî Kurdî li Sûrîyê (ENKS) ev demek ser medîyaya civakî doza serbestberdana 14 alîgirên xwe yê girtî dikin.
ENKS ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku ji Adara vê salê ve heya vê demê 15 kes ser destê Asayîşa Rêveberîya Xweser hatine girtin.
Nivîsgeha Yasayê ya ENKS'ê dibêje ku vê dawîyê kesek serbest hat berdan û hîn jî 14 kes ji alîgir û endamên partîyên ENKS girtî ne.
Serokê nivîsgeha Qanûnî ya ENKS parêzer Ridwan Seydo dibêje ku Rêveberîya Xweser jîyana sîyasî qedexe dike, "Girtin ne li gorî yasayê ye û girtîyan nadin dadgehê," Seydo got.
Hêzên Ewlekarîya Hindrîn derbarê girtîyan de daxuyanî nedan.
Nakokîyên Sîyasî Sedema Girtinê ne
Tevgera sîyasî ya kurdên Sûrîyê di wê bawerîyê de ye ku sedema serekî ya girtinê nakokîyên Sîyasî ne yên di navbera ENKS û Rêveberîya Xweser de.
Serokê Partîya Çep ya kurdî li Sûrîyê Mihmedê Mûsê, ku yek ji partîyên di nava Rêveberîya Xweser de ye, bawer dike ku pirsgirêka serekî rawestandina dîyaloga navxweyî di navbera Partîyên Yekîtîya Niştîmanî Kurdî (PYNK) û ENKSî ye.
Mûsê tekez dike ku pirsgirêka navxweyî ya kurdên Sûrîyê gihştîye astek aloz, "Pirsa sereke rawestandina dîyaloga navxweyî ye,"Mûsê got.
Bawerî di Navbera Her Du Aliyan de
Çavdêrên rewşa sîyasî ya kurdên Sûrîyê bawer dikin ku girjî û alozîya navbera partîyên kurdên Sûrîyê sedema serekî ya girtinê ye.
Çavdêrê rewşa navxweyî ya kurdên Sûrîyê Perwer Mîdî dibêje ku bawerî di navbera ENKSê û PYNK'de ê nemaye, "ENKSê û PYNK wê ne hêsan be ku vegerin masa dîyalogê û pirsgirêkan çareserbikin,"Mîdî got.
ENKS, Rêveberîya Xweser û mezintrîn partîyên wê anku PYDê bi girtina endamên wê, û şewitandina ofîsên wê tawanbar dike.
PYD berdewam van Îdîayan red dike û dibêje ev pirsek girêdayî lêpirsîna hêzên ewlekarîyê ye.
Rêxistina Sûrîyên ji bo rastî û dadmendîyê STJ di raporeke berfireh de ku meha borî weşand têde got ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê " Jiyana partîtîyê bê parastin e"
STJ eşkere kir ku Ji destpêka Adara 2024'an ve heya meha 7'an ya heman salê , 9 ofîsên partiyan rastî êrîşan hatin û herî kêm 12 çalakvan û endamên partiyên herêmî hatin girtin
STJ dibêje ku ev yek bi eşkere binpêkirina Peymana Civakî ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye pejirandin nîşan dide.
Lê Encûmena Zagonsaz ya herêma Cizîrê ji Dengê Amerîka ev îda red kirin.Jêderkeî ji Encûmena Zagonsaz, ku nexwest navê xwe eşkere bike, got "ku li herêmên Rêveberîya Xewser 40 partî û tevgerên sîyasî yên ku rêdana karê sîyasî wergirtî hene."
Wî jêderî tekez kir ku ENSK û partîyên wê rêdanan karên siyasî wernegirtine lê ofîsên wê yên vekirî hene.
Gelek caran lîder û nûnerên ENSK'ê gotine ku ew Rêveberîya Xweser nas nakin.