Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Kurdên Sûriyê Û Diyaloga Navxweyî


Destpêka vê hefteyê Rêveberîya xweser bi piştevaniya Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û bi pêşengiya fermandarê wê yê giştî General Mazlûm Ebdî, banga aştiya navxweyî ya Kurdan Sûriyê kirin.

Ebdî, berê jî di twîteke xwe de sinyalên hewildanên aştiyê di nava kurdan de ragihand bû, û dabû zanîn ku berpirsên Herêma Kurdistana Îraqê jî pştevaniyê wê hewildanê dikin.

Vê hefetyê, dîsan şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) ligel Amerîkiyan li Sûriyê rûniştibûn.

Roja Înê fermandarîya HSDê li bakur û rojhilata Sûriyê ligel hin partî û hêzên siyasî yên Kurdên Sûrî rûnişt.

Bernama "Hello Washington" mijara aştiya di nava Kurdên Sûriyê de ligel nûnerên her du aliyên sereke yên Kurdên Sûriyê,Meslîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û ENKSê gotûbêj kir.

Mêvanên bernamê Hoşeng Derwîş, Nûnerê MSDê li Herêma Kurdistana Îraqê û Abdullah Gedo nûnerê ENKS li di hevpeymaniya Sûrî ya opozisyon de ji Tirkiyê beşdarî bernamê bûn.

Hoşeng Derwîş MSDê li Herêma Kurdistanê
Hoşeng Derwîş MSDê li Herêma Kurdistanê


Ji aliyê xwe ve Hoşeng Derwîş got"Heta niha Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, yek tişt yan daxûyaniyek fermî derbarê destpêşxerî û hewildanên HSDê bo aştiya navxwe ya Kurdên Sûrî ne weşandîye".

Berêz Derwîş dîsan da got"Tştê çû..çû a niha em hemû dizanin gurankarî çûdibin, gurankarî yên siyasî çêdibin, yên leşkerî, yên heta helwestên navdewlet, helwesta Amerîka û Rûsa û plana Soçî....gelek tişt çêbûn, lê dema niha ne dema êrîşên partiyekê li ser ya dinê, niha êrîşên Tirkan û çeteyan li ser gelê me divê em li ser nasnameya xwe ya netewî rawestin."

Berêz Abdullah Gedo ji aliyê xwe de got "Em du projeyên baş dûrî hevin, gelek dûrî hevin, naxwazin bêjin 180 derceyî, lê durî hevin". herwiha got "Ew yek rêzîya Kurdên Sûrî li ser kar dikirin hatbû rawestandin û kelem li pêşîyê hatbû danîn, PYD îro dibêje emê wan kelemî hilînîn, em dîsan dibêjin destê me dirêje û ji xwe cihê rihetiyê ye".

Abdullah Gedo
Abdullah Gedo


Derabrê pirsa hewildanên navbeynkariyê û ger ku berêz Barzanî daxwaz ji we bike, berêz Gedo dîsan got" belê dibe, dema ku serok Barzanî daxwaz bike, dibe, ew cihê rêzgirtinê ye û ji xwe em wî weke lêvegerek dibînin."

Weha di xweyê ku gelek alozî û pirsgirêk di navbera herdu aliyan de hene, lê dîsan jî, her du aliyan anî ziman ku ew daxwazkarên aştiya navxwene, lê gelek pirs hene divê bihên zelal kirin û çareser kirin da ku diyalogek cidî pêk were.

Hello Washington 20 12 2019 _Kurdên Sûriyê Û Diyalog
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:06 0:00



XS
SM
MD
LG