Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê ENKS: Nerînên Erebên Şovînî û Îslamî di Belgenamaya Opozisyonê de Hene


Ibrahim Biro
Ibrahim Biro

Encûmena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê ku hevpare di hevpeymaniya Opozisyona Sûrî de, doh daxuyaniyek jibo raya giştî û ya Cîhanê liser belegnameya bi navê (Çarçeva Cîbicîkirinê) da weşandin.

ENKS di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser belgenameya ji encama civînên Londonê ya desteya bilind ya danûstendinan derketî holê, di belgenamê de hatiye ku, Sûriyê perçeke ji nîştîmana Erebî û systema sentiralîzimê dê peyrew bike, evê yekê ENKS xemgîn kirîye.

Dengê Amerîka liser mijara belgenameya bi navê (Çarçeveya cîbicîkirinê) ya desteya bilind ya Opozisyona Sûrî hevpeyvînek li gel serokê ENKS ê Îbrahîm Biro encam da, di hevpyvînê de birêz Biro dibêje hind nerînên faşî û Îslamî di belgenamê de hatine, jiber wê yekê ew vê belgenamê nas nakin û ewê pêgiriyê pê nekin, di beşekî axiftinên xwe de birêz Biro dibêje Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) û Aşûrî hind Tirkmen ji vê belgenamê di nerazî ne.

Doh roja 10î Îlonê ENKS ê û Rêxistina Aşûrî ya demokrat daxuyaniyek hevbeş ragihand û daxwaz ji desteya bilinbd dikin ku car din, belgenameya xwe di berçavan re derbas bikin û guherînan tê de pêk bînin.

iBRAHIM BRO
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00

XS
SM
MD
LG