Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wergirên Xelatên Emmy Kî Bûn?


Rêzefîlma navdar "Succession" bo cara sisêyan xelata dramaya herî baş ya di Xelatên Emmy de bi dest xist.

Ev serkeftin di 75mîn Xelatên Emmy yên Primetime de bûn ku do Duşemê di heman Roja Martin Luther King Jr. de pêk hatin.

Rêzefîlma "The Bear" jî wekî baştirîn xelata komedya wergirt.

Succession û the Bear, ku rêzefîlmên li ser rewşa malbatên hevrik û dijber in, pêşengiya xelatên Duşemê li Los Angeles kirin.

Di xelatên îsal yên Emmy de hin serkeftinên din yên dîrokî bûn. Yek ji wan ya akter Quinta Brunson ji rêzefîlma "Abbot Elementary" û ya din jî ya Steven Yeun û Ali Wong ji rêzefîlma "Beef" bû.

Ev xelat çar mehan ji dema xwe ya destnîşankirî dereng ketibû, ji ber greva nerazîbûnê ku serê salekê li Hollywood berdewam dikir.

Xelata baştirîn aktera drama çû ji Sarah Snook re, û ya baştirîn akter di dramayê de çû ji Kieran Culkin ji ber rolên wan di rêzefîlma "Succession" de.

US-ENTERTAINMENT-TV-AWARDS-EMMY-PRESS ROOM
US-ENTERTAINMENT-TV-AWARDS-EMMY-PRESS ROOM

Rêzefîlma "The Bear", ku dramaya toreya FX e, di werza xwe ya yekê de xelata rêzefîlma komedî ya herî baş wergirt.

Di heman demê de çend lîstikvanên wê rêzefîlmê xelat wergirtin: Jeremy Allen White xelata akterê herî baş di komedyayê de wergirt. Aktera herî baş yê alîkar di komedyayê de çû ji Ayo Edebiri re. Ebon Moss-Bachrach jî lîstikvanê herî baş yê alîkar wergirt. Her sê akter jî cara yekê bûn berbijar.

Brunson xelata lîstikvana herî baş ya komedyayê wergirt ser afirandina "Abbott Elementary" ya ABC. Ev cara yekê bû ku jineke Amerîkî-Afrîkî ku di zêdetirî 40 salan de vê xelatê werdigire. Ew heriha jina yekê ye ji tora rêzefîkman ku di zêdetirî deh salan de xelat wergirtiye.

Akter Quinta Brunson
Akter Quinta Brunson

Di 75'mîn Xelatên Emmy de rêzgirtina dîroka TV'yê bû mijara serekî.
Anthony Anderson, ku mêvandarîya merasîmê dikir, şeva xelatê bi rêzefîlma "Mr. Rogers" ligel stranên TV û nîşanên wê saz kirin û pêşkêş kirin destpê kir.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG