Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Fîlmê Derhêner Kazim Oz “Em Hatin Xapandin” Qedexe Kir


Fîlmê Derhêner Kazim Oz ya bi navê “Em Hatin Xapandin” ji alîyê Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkîyê ve hate qedexe kirin.

Hemî xebatkarên fîlm li Taksîma Stenbolê li pêşîya daxuyanîyek dan û ev biryara wezaretê protesto kirin.

Derhênerê fîlm Kazim Oz ji Dengê Amerîka re got ku biryara ku dane cîyê wî di hiqûqê de tunene.

“Ev biryar li dijî huner e, dijî mafên temaşevan, mafê derbirînê û aştîyê ye. Jiber çi wisa dibêm, jiber ku hincetên ku li hemberî fîlmê me nîşan didin ne tiştekî hiqûqî ye, bi tevahî keyfî ye. Tiştên ku tînîn pêşîya me bi ti awayî zelal nînin, li gor şîroveyên xwe dîyar dikin. Li ser vî jî me doz vekir.”

Oz, radigîhîne ku ewê heta dawî li ser mafên xwe bisekinin û heta encam bistînin jî ewê hewldanên xwe bidomînin.

Fîlmê “Em Hatin Xapandin” bi zarava Zazakî, Kurmancî û bi zimanê Tirkî li Dersimê di nav salekê de hatîye kişandin. Fîlmekî komedî ye û mijara jî li ser hilbijartina şaredarîyê ye. Bi tevahî behsa dek û dolabên namzedê şaredar dike û piştî hilbijartinê jî jîyana şaredar bi awayekî komîk tê vegotin.

Di 19’ê Şibatê de galaya fîlm hat çêkirin û di 22 Şibatê de jî gerek li Tirkîyê têketa vîzyonê. Li ser biryara qedexekirinê neket vîzyonê lê li tevahîya Ewrûpayê wê di 20 Adarê da were nîşandayin.

Lîstikvana fîlm Rugeş Kirici ji Dengê Amerîka ragihand ku qedexekirina huner jibo dewleteke rûreşî ye û pêdivîye ev xeletî ji holê werin rakirin.

“Li Tirkîyê qedexeyên li ser huner ti gav dawî nabin, her ku diçe zêde dibin. Çi berhem dibe bila bibe pêdivîye ku neyê qedexekirin û pêşî li huner neyê girtin. Di çarçoveya hiqûqê de fîlmê me em nizanin ku jibo çi hatîye astengkirin. Bi ya min qedexekirina huner jibo dewleteke rûreşî ye.”

Parêzgera Sendîkaya Sînemayê (Sîne-Sen) Derya Yaman jî li ser vê qedexekirinê rawestîya û ragihand ku di hiqûqê de her tişt li ser madeyên zagonê dîyarin, lê di vê qedexekirinê de hin ne zelalî hene.

“Dîyar e ku wezaret hêla xala 4an ya rêziknameyê li ser nîrxandina fîlmên sînemayê rawestîye, lê pêvajoya îdarî di warê sedemê de neçalak e. Jiber ku dozên îdarî giran û eşkere ne. Di heman demê de şertên jibo sekinandinê hêla Dadgeha Rêvebir ve tê dayîn. Jixwe di gotarên 27 û 64 de tê dîyar kirin. Em hêvî dikin ku ev neheqi di piratîkê de di demeke zû de were vegerandin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku, şaxa sînemayê ya Wezareta Çandê û Turîzmê ya Tirkîyê biryara qedexekirinê dîyar bike jî lê jiber çi evgerî ev qedexe kirîye dîyar nekirîye, lê ekîba vî fîlmî daxwaz dikin ku bila vê yekê ragihînin.

ED_03_06_2025_Em_Hatin_Xapandin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:38 0:00
XS
SM
MD
LG