Gotin û reng bi hev re dahînanekê ava dikin û çîroka veşartî diyar didin.
Elî Murda helbestvan û şêwekarê kurd ku li bajarokê Amûdê li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê hatiye dunyayê.
Li Amûdê dest bi hunerê kir û li ber destê mamostayên xwe û hin endamên malbata xwe fêrî rengan û wênekêşiyê bû.
Ji ber rewşa jiyana zor û zehmet wî berê xwe da bajarê Helebê û li wir dest bi karê dîzaynê kir, û yekem pêşangeha xwe li hola hunrî Xançî vekir di sala 2008an.
Lê di heman demê de jî Elî berê xwe da nivîsandina helbestê bi zimanê Erebî û ta nuha 3 dîwan belav kiriye.
Elî di şerê Sûriyê de berê xwe da Amûdê û li wir navendek taybet bi hunerê vekir, lê belê nikarîbû ku berdewam bike û berê xwe da Kurdistanê û ta nuha li wir kar dike.
Şêwaza hunera wî abstract te ku bi rengan tabloya xwe ava dike û dixwaze ku hin bîrokeyên xwe di wan de diyar bike.
Ta nuha wî bi dehan pêşangeh vekiriye li Sûriyê , Kurdistan, Tirkiyê.