Wezareta Derve ya Îranê red dike ku li New Yorkê nûnerê wan yê li Neteweyên Yekbûyî bi mîlyardêrê Amerîkî Elon Musk re hevdîtin kir be.
Îranê roja Şemiyê "bi awayekî binebir" red kir ku nûnerê wê yê Neteweyên Yekbûyî bi Amerîka re hevdîtin pêkanî be, ev yek ji aliyê ajansa fermî ya Îranê IRNA ve îro Şemiyê hat ragihandin
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku "Em îdîayên ku di hin kenalên mediya Amerîkî de yên hevdîtina nûnerê me yê li Netewên Yekbûyî bi Elon Musk re li New York bi şêweke binebir red dikîn."
IRNA li gor berdevkê wezaretê dîsan dibêje " Matmayî dimînin ji ber belvabûna wê îdîayê ku bi şêweke berfireh di Medya Amerîkî," de cih girt.
Ev jî yekem daxuyaniya fermî ya Îranê ye ku Tehranê li derbarê raportên ku dibêjin balyozê wê li Neteweyên Yekbûyî, Emîr Seîd Îrvanî, bi milyarderê Amerîkî Elon Musk re hevdîtin pêk anî, şîrove dike.
Rojnameya Amerîkî "The New York Times" berî niha ragihandibû, ku hevdîtin di navbera her du kesan de li mala Îrvanî li New Yorkê pêk hat, bi armanca gotûbêjkirina çawaniya kêmkirina kêşeyên di navbera her du welatan de.
Rojnameyê her wiha got, Musk ku ji aliyê Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ve ji bo rêveberiya xwe ya bihê, "daxwaza hevdîtina bi Îrvanî" kiriye û rayedarên Îranê jî ev yek weke "erênî" û "nûçeyeke baş" bi nav kirine.
Jêder: Reuters